Ew bi navê Mihemed ibn Îbrahîm el-Xezrecî û Ibn el-Xezrecî jî tê nasîn û zana û dîroknasekî misilman û ereb e ku di salên dawî yên serdema Eyûbiyan de jiyaye. Ew ji malbata Xezreciyn e ku li bajarê Tilmisnê hatiye dinyayê, Li Iskenderiya Misrê dersa zanîna Hedîsê daye û di sala 656/1258an de wefat kiriye. Wî giringî daye ser tarîxa kurdan û ya tirkan di nav dewletên îslamê de. Hinek kitêbên wî yên din jî di zanîngehan de bo çend zimanan hatine wergerandin. Hinek beşên kitêbên wî yên ser tarîxa Împeratoriya kurdan û tirkan (1176-1200) ji hêla Fehmî Hafiz ve ji bo teza doktorayê digel şiroveyên wî ji erebî bo ingilîzî hatine wergerandin.