Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1934an de Taxa Meleyan a Licêya Diyarbekirê hate dinyayê. Piştî 7 saliya xwe, ew dan ber xwendina erebî. Mele Xalit heta 20 saliya xwe, li gelek ciyan, li ba meleyan xwend. Li gelek gundan û Licê li ber destê meleyan xwe bi pêş xist.

Di sala 1954an de çû leşkeriyê û di vegerê de dîsa berê xwe da gundekî Licê û heta 1965an meletî kir. Mele Xalit, piştre terka meletiyê kir û hate li Diyarbekirê bi cih bû û ji xwe re dikaneke seaetan vekir. Xalit, ev 43 sal in ku heman karî dike. Xalit, bavê 6 zarokan e û hemû zarokên Mele Xalit jî zewicî ne.

Mele Xalitê Licî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1