Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Şêx Ehmedê kurê Şêx Mihemedê Cizîrî ku navdarê bi Melayê Cizîrî (1568/70-1640) ye, li bajarê Cizîra Botan hatiye dinyayê û ji malbateke mezin ya mela û şêxan e û ji hoza kurdên buxtî ye. Wî destpêka xwendina xwe li cem bavê xwe xwendiye lê dû re mîna pirên xwendekar û dersdarên (feqî û melayên) kurdan ew jî li gelek herêm û deverên cihê yên Kurdistanê mîna Îmadiyê, Hekarî, Diyarbekir, Farqîn û yên din xwendiye û li navendên xwendin û zanînê yên welatên cîran mîna Şam û Iraqê û heya Misrê jî li xwendin û zanînê geriyaye. Ew ji xwendinê re yekî jîr î têgihîştî bûye û bi serdestbûna xwe ya ji huner û Destûrnameya/îcazeya xwe ya xwendinê li gundekî dora Diyarbekir bi navê Sitrabas ji zanayekî bi navê Mele Taha wergirtiye û li wê hêlê li gundê Serba [Zerbiya niha] meletî kiriye, dû re jî çûye bajarê Hesenkeyfê/Heskîfê ders daye û destûrname daye tibabek zana.


Demeke xweş pişt re Cizîrî rabûye çûye cem mîrekên Heskîfê/Hesenkeyfê û li wê derê li dersdariya xwe domandiye ta ku navûdengê zanîn û şarezayî û rewşenbîriya wî qenc belav bûye heya bajarê bavûkalan yê Cizîra Botanê û gihaye guhê mîrekên wê.
Piştî hingê êdî mîrekên Cizîra Botan ew vexwendine cem xwe û ew kirine dersdar û berpirsiyarê Medreseya Sor û dersdarê wê. Wî heya wefata xwe li Medreseya Sor dersdarî kiriye û gava wefat kiriye jî di bin kunbeta kêleka medereseyê de ku gora hinek mîrekên Cizîrê jî tê de ye, hatiye veşartin. Qubba kunbeta ser wan jî berevajiyê yên ku heya vêgavê ne, serberjêr û bermeqlûb e. Mela ji bilî hunerê şi‘r û honrawe, usûl, beyan û bedî´ û suxenwerî/rewanbêjiyê, di zanîna felsefe/tesewif, felekiyat/stêrnasî, zimannasî/filologî, botanîk û nebatat, siruşt/tebî‘et, dîrok, cografya/erdnîgarî, mirovnasî, usûl ul-hedîs û usûl ul-fiqh, şerî‘et, beyan, î‘caz û bedî‘ê de gelekî serwext û şareza bûye. Ji bilî Dîwana Cizîrî ku bo çendîn zimanan hatiye wergerandin û hemapayê dîwanên Fizûlî, Şîrazî, Îbn el-Farid û Camî ye, heya niha em ji tu berhemên wî yên din ne agahdar in.  

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.
-
0
Kapat
UA-179024399-1