Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1961ê de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar û berhevkar ji sala 1983’an û vir de, li ser folklora kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend,
Rewşen, Nûbihar, Govend, Jiyana Rewşen, Kovara W yê de weşiyane. Nivîskar demekê jî di rojnameya Semsûrê de, di quncikê bi navê “Kenêrk” de li ser folklor û zargotina kurdan nivîsand. Nivîskar, zewicî ye, bavê du keçan û kurekî ye.
Berhemên Nivîskar
- Çîrokên Kurdan-I Weşanxaneya Dozê-2006
- Çîrokên Kurdan-II Weşanxaneya Dozê-2007
- Gotinên Pêşiyan, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2009
- Mêhrîmah (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê- 2012
- Ezîze (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê. - 2012
- Eware (Çarîn), Weşanxaneya J&Jê. - 2012
- Pêjgeha (metbexa) Herêma Semsûrê,
- Meyîr, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
- Yeklo Duklo Dumbazê, Weşanxaneya J&Jê. – 2014
- Çîrokên Efsanewî yên Kurdan, Weşanxaneya Nûbihar -2014

Mehmet Oncu - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1