Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di 1938an de li Perûyê ji dayik bû. Yek ji nivîskarên herî girîng ên Emerîkaya Latîn e. Bi romana xwe ya yekem, La Ciudad y Los Perros (Bajar û Kûçikan), 1963, nav û dengekî mezin da. Vê romana ku xwe dispart ezmûneyên wî yên li Akademiya Leşkerî hêrsa hin generalên Perûyê anî û rabûn hezar nusxeyên wê şewitandin. Llosayê ku bi romanên xwe yên wek La Casa Verde (Xaniyê Kesk), Conversacion en Cathedral (Guftûgoya li Katedralê) û La Guerra del Fin Del Mundo (Şerê Dawiya Cîhanê) nav û dengê xwe wek nivîskarekî mezin li tevahiya cîhanê belav kir, ji bilî fîksiyonê gotarên li ser mijarên siyasî, kulturî û wêjeyî jî dinivîse. Li gelek deverên cîhanê xelat wergirtin ji bo berhemên xwe, heta bi xelata Nobelê a 2010an ku ji bo “kartografyaya binyad û avasaziyên desthilatê û nîgarên ron û zelal ên berxwedan, serhildan û şikestina takekesî” layiqî wê hate dîtin.

Mario Vargas Llosa - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1