Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Li Çewligê ji dayik bû. Xwendina xwe ya masterê li ser Huqûqa Navneteweyî ya Mafên Mirov li Ingilîstanê tewaw kir û li sala 1992yê wekî endamê damezrêner û dîrektorê Projeya Mafên Mirov ya Kurd li Londonê (PMMK-Kurdish Human Rights Project KHRP) bû berpirsê sepandina projeyên ku PMMKyê bi rê ve dibirin. Di warê mafên mirov de, bi taybetî li ser mafên kurdên ku li Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq, Azerbeycan û Ermenistanê dijîn, gelek kitêb û meqale nivîsandine. Ji bo hejmareke kitêbên ku di warê mafên mirov de hatine nivîsandin beş amade kirine.

Li Rûsya, Albaniya, Kosova, Ûkrayna, Azerbeycan, Ermenistan, Iraq û Kurdistana Başûr, sebaret bi naveroka peymanên navneteweyî yên mafên mirov û bikaranîna mekanîzmayên heyî, gelek semînerên perwerdeyî pêşkêş kirine ji bo civatên ku tê de dadger, dozger, mamosteyên zanîngehê, huqûqnas û çalakvanên mafên mirov cih digirtin. Kerim Yildiz li ser muraacatên ferdî ji bo Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrûpayê û bikaranîna Mekanîzmayên Mafên Mirov yên Netewe-Yekgirtiyan kitêbên rêber jî nivîsandine. Kitêbên wî ji zimanê resen ingilîzî hatine wergerandin û ji bilî bi tirkî, bi zimanên kurdî (soranî û kurmancî), azerî, ermenî, fînî, farisî û rûsî jî hatine belavkirin. Kerîm Yildiz, ji ber xebat û bexşên xwe yên di warê mafên mirov de, li bal Komîteya Awuqatan ji bo Mafên Mirov û Weqfa Sigrid Rausing ve hatiye perûkirin. Herwiha ji bo xelata mafên mirov, ku saziya Justive/Law Society dide, wekî namzed hatiye nîşandan.
Kerîm Yildiz, ji bilî endamiya desteya rêveber a gelek saziyên cihê yên mafên mirov û jîngehê, şêwirmendiyê ji bo Weqfa Delfinayê dike ku di warê hunerê de yek ji saziyên herî navdar ên cîhanê ye. Yildiz endamê rêxistinên Pena Ingilîz û Pena Kurd e.

Kerim Yıldız - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1