Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di 1933an de li Silêmaniyê hatiye dinyayê. Ligel dewamkirina xwendingehên dewletî li Iraqê, wî derfet hebû li ser huqûq, felsefe û teolojiya îslamê jî bixebite li ber destên bavê xwe û alimên din ên welêt. Nebez fizîk û matematîk û pedagojî li Fakulteya Rahênana Mamosteyan a Zanîngeha Bexdayê. Materyalên fêrkariyê bi zimanê kurdî durist kirin. Ji 1955an heta 1961an, mamosteyê lîseyê yê dersên matematîk û fizîkê bû. Di salên ku li Kerkûkê mamostetî kirî de, bingehê yekem kitêbên fizîk û matematîkê bi zimanê kurdî danî. Di 1956an de wî elfabeyeke stensil a li ser cebîrê durist kir û di 1960an de pê çêbû yekem kitêba fizîkê bi kurdî biweşîne bi sernavê; ‘Destpêk bo Mekanîk û Taybetiyên Maddeyê’, ku tê de ferhengokeke dewlemend a têrman hebû li ser fizîk û matematîkê. Di 1956an de çû Sûriye û Lubnanê ku li wê gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd nas kirin. Wan behsa avakirina ‘Akademiya Zimanê Kurdî’ û pêwîstiya bikaranîna elfabeyeke latînî ya yekgirtî bo zimanê kurdî dikirin. Di hengava wê kurte gera xwe ya li Şamê de wî namilkeyek bi erebî nivîsand li ser ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê û Amacên Wê’ ku wî îthafî Nasirê serokcumhurê Misrê yê berê û pêşengê ereb ê nasyonalîst kir. Bi zimanên kurdî û erebî li ser mijarên cihêreng ên fîlolojîk, kulturî û siyasî gelek nivîsiye.

Jemal Nebez yekemîn kurd e ku hem rejîma totalîter a Rûsyaya Sovyetê û satelaytên wê yên li rojhilatê Ewrûpayê û hem jî bi giştî marksîzm û komûnîzm bi awayekî eşkerayî rexne kirine û bi zanistî analîz kirine. Dr. Nebez gelek mijar li zanîngehên cihê yên Rojhilat û Ewrûpayê xwendine, wekî fizîk, matematîk, felsefe û pedagojî li Zanîngeha Bexdayê 1950-55; erebî, ilmê îslamê, îranolojî, pedagojî li Zanîngeha Munich û Würzburgê 1963-66; îranolojî, ilmê îslamê û pedagojiya berawurdî li Zanîngeha Hamburgê 1967-70; zanistên siyasî, rojnamegerî û huqûq li Zanîngeha Azad a Berlinê 1970-79.

Di 1965an de dema xwendekar bû li Munichê, ligel hevalên xwe yên partîzan Brûsk Îbrahîm û Letîf Elî, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê ava kir. Di 1985an de wî û penaberên din ên ji Kurdistanê, akademîsyen, zanyar, rewşenbîr û hunermendan Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê ava kirin. Nebez wekî wergêrekî profesyonel jî xebitiye li dadgehên Almanyayê û noteran, bi zimanên erebî, farisî, kurdî û almanî. Hêj dema li welêt bû hindek berhemên edebî ji Shakespeare û Gogol wergerandin bo kurdî. Profesorê rojhilatnas ê fransî Thomas Bois ew wekî ‘wergêrê bêqusûr’ helsengand.

Di salên 1970î û serê salên 1980yî de Jemal li wan karan bûye: 1971-72 dersdar, Free University of Berlin, Enstîtuya Fîlolojiya Îranî; 1972-76 berpirsê zanistî di warê Rojhilatnasiyê de li Deutsche Forschungsgemeinschaft (Saziya Lêkolînê ya Alman); 1978-82 profesorê alîkar, Îrana îslamî, farisî û zimanên din ên Îranî, Free Universtiy of Berlin; û 1978-83 sehkerê wergêr û mutercimên zimanê farisî li Berlinê û sehkerê wergêr û mutercimên zimanê kurdî li Munichê (Wezareta Perwerde, Zanist û Kulturê ya Bavaraianê).

Jemal Nebez endamê Deutsche Morgenlandische Gesellscaft (Civata Oryantal a Alman), Deutsche Vereinigung für Politische Wissenschaft (Komela Alman a Zanistên Siyasî), Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê, Deutsche Gesellschaft für Sprachwissenschaft (Civata Zimannasiyê ya Almanyayê), Societas Îranologica of Europe, û Nichtraucherbund Berlinê ye (Yekîtiya Cigarenekêşan).

Jemal Nebez - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1