Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

James Augustine Aloysius Joyce, şa’ir, romannûs, kurteçîroknûs û şanonamenûsê ayrlendî yê ku di 2yê Reşemeya 1882yan de li Dublina paytexta Ayrlendê ji dayîk bûye, bêtir ji berhemên xwe yên mayîn, bi her du romanên xwe yên ‘ezamet, bi Ulyssesê (1922) û Finnegans Wakeê (1939) bi nav û bang e. Di şeş saliya wî de malbata wî ew şande dibistana leylî ya Cezwîtan a bi navê Clongowes Wood College ku di heyna xwe de yek ji baştirîn dibistanan bû li Ayrlendê, lê belê, ji ber destbelavî û deyndariya berdewam a bavê wî John Stanislaus, Joyce nekarî bi xwendina xwe ya di wir de berdewam bibe û di 1891ê û 1892yan de li malê li jêr çavdêriya dayîka xwe Mary Janeê perwerde bû û di 1893yan de li gel birayê xwe Stanislaus di Belvedere Collegea dibistana navîn a Cezwîtan de dest bi xwendinê kir û her di wê dibistanê de qewimî ku Joyce dest ji baweriya xwe ya dînî ya Kasolîkiya Romayê kişand. Di pey re, di Zankoya Dublinê de (ku ew jî dezgehekî qeşeyên Cezwît bû) wî dest bi fêrbûna zimanan kir, birrek kitêb xwendin, zehf xebitî û bi şêweyekî geş û gurr beşdarî Civata Edebiyatê û Mêjûyê ya zankoyê bû. Joyce heyranê Henrik Ibsenê nûserê norwêcî bû û her wan salan, bi tenê ji bo ku bikaribûya berhemên wî bi zimanê orcînal bixwîne, fêrî norwêcî bû û yek ji wan nivîsên xwe yên pêşîn î micid, Dramaya Nû ya Ibsen a li ser şanonameya Ibsen a bi navê Dema Ku Em Mirî Hişyar Dibin nivîsî, di 1900î de di 18 saliya xwe de di London Fortnightly Reviewê de da weşandin û nivîskariya wî jî bi wî awayî dest pê bû. Di 31ê Çiriya Pêşîn a 1902yan de Joyce zanko kuta kir û jê û pê de, wekî rahênanên bo nivîskariyê, wî şi’r û epîfanî (kêliyên tezahuran) nivîsîn, pê re jî, ji bo ku bijîşkiyê bixwîne, çû Parîsê, lê li wir wî waz li wê hizrê anî, danasînên kitêban nivîsîn û di Kitêbxaneya Sainte-Genevièveê de xwe amadeyî nivîsîna berhemên xwe yên gewre yên cîhanhejên kir. Sala 1903yan, ji ber mirina dayîka xwe, Joyce bo demeke kurt vegeriya Ayrlendê û wan salan jî dest bi nivîsîna romana xwe ya avtobayografîk a kutanebûyî ya bi navê Stephen Hero kir, ji 1904an û pê ve pê ket kitêba xwe ya kurteçîrokan, Dubliners (Dubliniyekan) nivîsî ku axirî di 1914an de hat çapkirin. Di 16ê Pûşpera 1904an (Bloomsday-Roja Bloomî) de Joyce û hezkirî û hevsera wî Nora Barnacleê li Dublinê hev nas kir û di Çiriya Pêşîn a heman salê de her duyan bi hev re ji Ayrlendê berê xwe da bajarê Zurîxê yê Swîsreyê, piştî wê bi salekê, li bajarê Triesteyê yê Îtalyayê hêwra xwe danîn, Joyce li wir mamostayiya zimanê ingilîzî kir û li ser kurteçîrokên xwe û romanên xwe xebitî, zarokên wî û Norayê, Giorgio û Lucia, li wir ji dayîk bûn. Kitêba wî ya şi’ran a pêşîn, Chamber Music (Mosîqaya Jûrê) di 1907an de li Londonê çap bû. Wan salan, Joyce berhema xwe ya bi navê Stephen Hero ji sêrî de ji nû ve nivîsî, ew mesixande romana xwe ya bi navê A Portrait of the Artist as a Young Man (Wêneyekî yê Hunermend wekî Peyayekî Xort) a ku di 1916an de hat weşandin û di 1918an de jî yekane şanonameya wî Exiles (Derbiderekan) hat weşandin û di 1914an de li Triesteyê êdî wî dest bi nivîsîna Ulyssesa xwe ya gewreya gewreyan kir, ku di 1915an de Îtalya tevî Şerê Cîhanê yê Yekem bû, Joyce bi malbatî li Zurîxa Swîsreyê akincî bû, bi piştevaniya darayî ya bi salan a du jinên dewlemend, Edith Rockefeller McCormickê û Harriet Shaw Weaverê, wî nivîsîna Ulyssesê di 1921ê de li Parîsê kuta kir û Sylvia Beacha xwediya Weşanxaneya Shakespeare and Companyyê di 2yê Reşemeya 1922yan de, tam di çil saliya Joyce de Ulysses li Parîsê çap kir ku wê hingê ti kesî xwe nedida ber çapkirina wê. Kitêba şi’ran a duyem a Joyce, Pomes Penyeach jî di 1927an de li Parîsê hat çapkirin ku bi tenê ji 13 şi’ran pêk tê. Piştî bêtirî bîst salan, di 1931ê de Joyce û Norayê seredana Londonê kir û li wir bi fermî zewicîn, dîsa vegeriyane Zurîxê û car û baran bi malbatî geh li Zurîxê, geh li Parîsê man û di gel kêşeyên giran ên di bînayiya xwe de û tenduristiya xwe ya xerab, Joyce bi qasî 17 salan li ser romana xwe ya dawîn e untranslatable a bi navê Finnegans Wake xebitî û di sala 1939an de ev roman li Londonê hat çapkirin. Joyceê bi şi’r, kurteçîrok û romanên xwe ve xwedanê berhemên gerdûnhejên î nemir, dema ku di 1940î de di henga Şerê Cîhanê yê Duyem de Naziyan Fransa dagîr kir, malbata xwe bire Zurîxê û li wir di 13ê Rêbendana 1941ê de ji ber peqîna ulsera xwe mir û her li wir di Gorristana Flunternê de bi xakê hat spartin.                        

James Joyce - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1