Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Lîstikvan, derhêner, şanonûs. Di sala 1980yî de li Kaxizmana Qersê ji dayik bûye. Di salên 1994-95an de li Navenda Çanda Mezopotamyayê dersa şano, mûzîk û reqsa gelêrî dît. Di 1995an de li beşa perwerdehiyê Teatra Jiyana Nû ya Şanoya Hêlîn de dest bi perwerdehiya şanoyê kir.1999-2001ê dev ji şanoyê berda û xwe avêt nava karên rojane. Di 2001ê de dev ji her tiştî berda û cardin vegeriya şanoyê. Di 2003yan de yek ji avakarên Şanoya Seyr-î Meselê bû û heta 2008an wek lîstikvan, rêvebir û perwerdekar xebitî. Li Konservatuara Zankoya Teknîkî ya Stembolê demekê li ser reqs û mûzîkê xwend. Demekê jî li ser pandomîmê xebitî. Di 2008an de ew û Berfîn Zenderlioğlu bi hev re DestAR-Theatreê ava kirin. Di 2010an de yek ji pêşengê avakarê Şermola Performansê bû. Niha li DestAR-Theatreê wek derhêner, şanonûs, lîstikvan û perwerdekar xebatên xwe yên şanogeriyê didomîne.
    Berhemên wê yên ku hatine lîstin:
    Qeşmerên Apoletî (nivîskar-derhêner) DestAR-Theatre - 2009
    Kevir / Performans (nivîskar-derhêner) DestAR-Theatre - 2009
    Reşê Şevê (nivîskar-derhêner) DestAR-Theatre - 2009
    Cerb / “Ceribandina lîstikeke bê gotin” (nîvîskar-derhêner) DestAR-Theatre - 2010 (Cerb, di 2010an de, di 10. Xelatên Şanoyê ya Lionsê de, xelata “Lîstika Xweser a Nû ya Herî Baş” girt.)
Bûka Lekî (nivîskar-derhêner) DestAR-Theatre - 2011

Mîrza Metîn - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1