Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1961’ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Di 1983’an de li Unîversîteya Selahadîn (Kurdistana Iraq) beşa Ziman û Edebiyata Kurdî temam kir. Di 1986’an de derket derveyî welat. Li Parîsê Unîversîteya Sorbonne Edebiyata Kurdî (Îrannasî) xwend. Piştî salên 90’î vegeriya Kurdistanê, Li Hewlêrê dezgeha kulturî “Mala Şerefxanê Bedlîsî” ava kir û rêveberiya wê didomîne. Kitêbên wî:
- Mal Ava Ey Welatê Min (şano, 1984)
- Sibeha Te Bi Xêr Ey Xerîbî (şano, 1988)
- Exil (şiîr, 1994)
- Serçavekanî Kurdistan, Kurdiligie (lêkolîn, 1998)
- Wêneyê Kurd ji Arşîva Kurdnasên Ewropî (Lêkolîn, 1999)
- Manîfestoya Duwem î Wêran Spiyên Nav Reş-Reşên Nav Spî (şiîr, 1999)
- Zêrê Nav Zibil (wergera nivîsên rojihilatnasan li ser kurdan, ji fransî werger, 1999)
- Incîl di Dîroka Edebiyata Kurdî de (1857-1957)
  Destpêkên Serhildana Pexşana Kurdî (lêkolîn, 1999)
- Cudahî (Tevî 9 Şaîrê Hewlêrî, 1999)
- Petatxurekan (çîrok, 2000)

Ferhad Pîrbal - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1