Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1944an de li Hekaryan hatiye dinyayê. Dibistana yekemîn û navîn li wir xwendiye. Li Diyarbekrê Dibistana Mamostetiyê xwend, piştî çend salan mamostetî kir, jê veqetiya û serbest xebitî. Di kovar û rojnaman de li ser mîtolojiya kurdî û dîroka Hekaryan nivîsên wî derketine. Şiîr, çîrok û romanan dinivîse. Xebatekê li ser dîroka derdora Gola Wanê û Hekaryan amade dike. “Cembelî” di sala 1992yan de nivîsand û kitêb di 1995an de li Swêdê di nav weşanên Apecê de çap bû. Weşanxanê pakêtek kitêb bi riya postê ji nivîskar re şandibû. Di postê de polîsan dest li ser kitêban danîn û li mahkemê di heqê nivîskar de ji ber ku “kitêbeke ku bi biryara Komîsyona Wezîran ketina wê ya Tirkiyê qedexe ye” dawe vekirin. Kitêb ji kurdî wergerandine tirkî, masrefa wergerê jî nivîskar da, di encamê de mahkemê biryar da ku kitêb “çîrokeke evînî û edebî” ye û di sala 1998an de nivîskar beraat kir.

İhsan Colemergî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1