Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1960an de li Kurdistana Îranê hatiye dinyê. Piştî ku li Mahabadê xwendina lîseyê qedand, li Îranê dest bi xwendina zanîngehê kir û di sala 1986an de beşa ziman û edebiyata ingilîzî xilas kir. Ji sala 1988an heta 2005an li Swêdê jiyaye. Di sala 1992an de li Zanîngeha Uppsalayê dest bi xebatên xwe kir û di sala 1995an de beşa Xebatên Rojhilatnasiyê (zanistên siyasî) qedand. Sala din xwendina mastirê qedand. Di sala 1996an de dest bi xwendina doktorayê kir. Sala yekem li Londonê li School of Oriental and African Studies (Dibistana Xebatên Rojhilatnasî û Afrîkayî-SOAS) derbas kir û di Adara 2003an de ji Zanîngeha Uppsalayê dereceya doktorayê wergirt. Di heman salê de teza wî, Nation and Novel: A Study of Persian and Kurdish Narrative Discourse (Netew û Roman: Vegotina Vebêjiya Farisî û Kurdî) ji aliyê zanîngehê hate çapkirin. Di sala 1999an de dest bi dersên li ser dîrok û siyaseta Rojhilata Navîn û ziman û edebiyata farisî kir. Mamosteyiya wî ya li Zanîngeha Uppsalayê di Îlona 2005an de dema ku wek dersdarê xebatên kurdî û damezrênerê Navenda Xebatên Kurdî ya li Zanîngeha Exeterê dest bi xebatê kir, bi dawî bû. Di sala 2008an de bû Asîstanê Zanîngehê (Senior Lecturer) û di 2011an de di heman zanîngehê de bû doçent (Assistant Professor). Bi zimanê kurdî, farisî û ingilîzî gelek gotar weşandine û ji ingilîzî û swêdî bo kurdî gelek gotar wergerandine.

Haşîm Ahmedzade - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1