Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Prof. Dr. Ferset Mer’î bi rastî nivîser û akademisyenekî hêja û berhemdar e. Di
sala 1956an de li Dihoka Dasinan a Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê û di sala 1985an de dest
bi nivîsînê kiriye. Wî bi berhema xwe ya el-Îmarat ul-Kurdiye fî l-’Esr il-’Ebasî es-Sanî (350/511-
960-1117) li Pişka Mêjûyî ya Zanîngeha Sen’aya Yemenê doktora xwe daye. Ku ev bûye berhema
wî ya yekem û di sala 2000î de wek kitêb hatiye weşandin. Herweha wî di gelek babet û warên
cihê de jî tibabeke pir kitêb nivîsîne, ji bilî gelek gotar û nivîsarên cuda li ser babetên cuda di

kovar, rojname û li ser internetê. Ew niha li zanîngeha Zaxoyê profesorê koleja zanistên mirova-
hiyê û endamê navenda lêkolînên ser kurdan a Zanîngeha Zaxoyê, emdamê Navenda vekolînên

stratejiya Kurdistanî û endamê desteya kargêrî ya Navenda hizrî ya Zehawî ya Sileymaniyê û
endamê Sendîqeya rojnamevanên Kurdistanê ye. Berhemên wî li çendîn kongreyên akademî
hizrî belav bûne û ji ber rolê xwe yê baş çendîn caran ew hatiye xelatkirin. Ew beşdarî tibabek
konferans û festîvalên vekolînî û rewşenbîrî bûye û gelek vekolîn û gotarên wî bi zimanên kurdî û
erebî di warên cihê de li ser intenetê û cihên din hatine weşandin û belavkirin.

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.
-
0
Kapat
UA-179024399-1