Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1951ê de li gundekî Batmanê bi navê Gundikê Qêre hatiye dinyayê û destpêka xwendina xwe ya medresê li gundê xwe û yên navçeyên Batman, Sêrt, Mêrdîn û Diyarbekrê xwendiye û pê re jî lîseyê distans qedandiye. Ew piştî cunta 12 îlonê ji ber sedemên siyasî hatiye girtin, 5-6 mehan di hepsê de maye lê dû re derketiye û çûye Ewropa. Ew li Swêdê bûye penaber û li unîversîteya Stockholmê beşa zimanê erebî xwendiye. Pişt re jî li Swêdê hem kar kiriye, hem jî ji kovar û rojnameyên kurdî re nivîsiye û demekê jî di rojnameya Armancê ya ku li Stockholmê derdiçû, de xebitîye. Digel transkrîbeya hinek klasîkan wî ji berhemên geştîvan û dîroknasên îslamê yên erebî bi gelemperî jî beşên li ser kurdan û li ser Selaheddîn û eyyûbiyan wergerandiye zimanê kurdî. Heya niha Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Rûhî, bi beşdarî, Terkîb û Zirûf û beşeke Hawarê transikrîbe kiriye, herweha kitêba Corcî Zeydan ya bi navê Selaheddînê Eyyûbî, beşek ji Wefeyat el-E‘yana Îbn Xellikan ya ser jiyana Sultan Selaheddîn, Pêşdîroka Selaheddîn ya W. Mînorsky û Tarîxa Dewleta Şeddadiyan ya Mînorsky û beşa Şeddadiyan ji Cami´ el-Diwela Muneccimbaşî wergerandiye kurdî.

Emîn Narozî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1