Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1972an de li gundê Qelendera ê Mêrdînê hat dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Di 1991an de kete Faqulteya Perwerdeyî ya Zanîngeha Dîclê. Di sala 1992an de êşa gurçikan lê hasil bû. Du caran emeliyat bû. Bi enfeksiyona jehrbûna xwînê, kete komayê. Di demeke ku her kesî jê hêvî birrî de, li jiyanê vegeriya. Ev bûyer, li ser fikar û jiyana wî rêçeke domdarî hişt. Di sala 1995an de ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn bû û dest bi kar kir. Di heman salê de jî zewicî. Bi navê Baz lawekî wî çêbû. Di vê navberê de di kovarên wek Jiyana Rewşen, Nûdem, Nûbihar, Pelîn de helbest û çîrokên wî weşiyan. Ji Metin Kaygalak, Muzaffer İzgü û Murathan Mungan wergeran kir. Li ser riya Festîwala Dêrsimê, di havîna sala 2003an de qezayek derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Qetran kitêba wî ya yekem e.

Dost Çiyayî - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

1
Kapat
UA-179024399-1