Di sala 1985an de li Midyadê çavên xwe li jiyanê vedike. Di sala 2018an de li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Wêne diqedîne. Di sala 2022yan de li Zanîngeha Artûklûyê di Fakulteya Hunerên Bedew Beşa Wêne de mastera xwe xilas dike. Demeke dirêj di Kargeha Hunerên Bedew a Fewzî Bîlge de perwerdehiya wêne dibîne. Di dîrokên cuda de, li welêt û derveyî welêt gelek pêşangehên wêneyan li dar dixe. Aniha li Farqînê mamostetiya wêne dike