Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Kurê mela Ehmed Saîbî kurê mela Qadir Qeredaxî kurê mela Hesenî ye. Ew di sala 1887ê de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Berhemê wî yê yekê di rojnameya Pêşkewtin de belav bûye. Cemal Baban cara yekê ew çîroka wî  “Le xewma” belav kir.
 “Çîrokê di salên bîstê ji sedsala bîstê de wek babateke serbixwe di edeba kurdî de serî hilda. Cemîl Saîb di sala 1925ê de çîrokeke dirêj bi navê “Le xewma” nivîsî. Ev çîrok ji aliyê naverokê ve lawaz e. Nivîskarî hinek bîr û rayê cuda yên ne pêdivî xistine nav çîrokê. Herçend wî şêwazê sembolî bi kar aniye lê ew bi eşkere jî rexneyê li desthilata Şêx Mehmûd dike di wan salan de ku rola wî hebû di damezrandina Hikûmeta Kurdistana Başûr (1918-1924) de. Nivîskar bi tenê aliyên reş û tarî yên wê desthilatê bi çavekî reşbîn û bi zimanê kurdî tomar dike. Herçend rastî di bîr û rayên nivîskar de heye jî lê wî bi bêhneka pirr bi kîn û kerb ji Şêx Mehmûd çîroka xwe nivîsiye. Bêguman dibe ku heq li aliyê nivîskar be ji ber ku du ji xizmên nêzîkî Cemîl Saîb ji aliyê xizmên Şêx Mehmûdî ve di dema desthilatdariya wî de hatibûn kuştin.

Cemîl Saîb - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1