Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Bedir Şakir el Seyyab
1926: Ji dayîkê bû, piştî temenê wî bû 6 sal diya wî mir û bavê wî (Şakir) jineke din anî û dev ji mala xwe berda.
1938: Xwendina xwe ya seretayî qedand, kalikê wî ew şande Basrayê û li wir xwendina xwe domand.
1943: Li Bexdayê dest bi xwendina zimanê Erebî kir. Dev jê berda, kete fakulteya zimanê Ingilîzî.
1945: Derbasî Partiya Komunîst a Iraqê bû, piştî salekê ji fakultê hate dûrxistin.
1946: Meha Hezîranê kete hepsê.
1947: Dîwana wî ya yekem “Gulin Çilmisî” li Qahîrê çap bû.
1949: Careke din kete hepsê. Pişt re hate berdan, lê mamostetiya wî ji zimanê ingilîzî re 10 sal qedexe kirin.
1952: Ji Iraqê reviya, derbasî Îranê bû û ji wir berê xwe da Kuwêt. Pişt re hevalekî wî yê ji Partiya TUDEH pasaportek Îranî jê re peyda kir, lê dîsa vegeriya Bexdayê û li pey hevdû dîwan çap kirin.
1959: Têkiliyên xwe yên bi Partiya Komunîst re qut kirin.
1964: Li Kuwêtê bi êşa zirav ket, mir, li Basrayê veşartin.
Berhemên wî
Gulin Çilmisî (1947)
Efsane (1950)
Qehpeya Kor (1954)
Sîlah û Zarok (1955)
Ê ku Goran Dikole
Sirûda Baranê (1960)
Perestgeha Xeniqî (1962)
Mala Koleyan (1963)
Xilxalên Qîza Çelebî (1964)
Iqbal (1965)

Bedir Şakir el-Seyyab - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1