Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Antoine de Saint-Exupéry li bajarê Lyonê di 29ê meha şeşan ji sala 1900î de ji diya xwe dibe. Ew çarsalî ye gava bavê wî dimire û sêwî dimîne. Di sala 1909an de, malbata wî li bajarê Mansê bi cîh dibe. Antoine diçe dibistanê û salên xwendin û zarokatiyê cîhekî taybetî di nav bîranînên wî de digirin. Di sala 1912an de, ew dibîne çawan balefirek bi asimanan dikeve û xwe datîne. Gava yê balefirvan dibîne ku ev zarok pir dixwaze li balefirê siwar bibe, ew daxwaza wî bi cîh dike. Ev bûyera hanê şûna xwe di dilê Antoine de dikole û ji wê rojê, firîn jê re dibe mebest û armanc.
Di destpêka cenga cîhanî ya yekemîn de, Antoine û birayê xwe François diçin Swîsê, li bajarê Frîbourgê, xwendina xwe didomînin. François di panzdeh saliya xwe de dimire û Antoine gelekî li ber mirina birayê xwe dikeve. Gava ew xwendina xwe ya navîn diqedîne, ew tê Parîsê. Di 1921ê de, di dema serbaziya xwe de, ew dibe hosteyê tamîra balefiran. Ew hînî ajotina balefirên medenî dibe û dîploma xwe ya balefirvaniyê digre. Lê riya firê hîna li ber wî dirêj e. Piştî çend salan, ew li bajarê Toulousê li kargeha balefiran kar dike û di 1927an de, xewna wî ya kevn û li ber dilê wî pir şîrîn berceste dibe. Bi balefira xwe, Antoine de Saint-Exupéry nameyan ji bajarê Toulousê li Fransayê dibe Kazablankayê, li Afrîqa bakur. Ji wê derê jî, ew wan di ser Sehrayê re digihîne Dakarê, li Sengalê. Di 1928an de, ew Nameyên başûr, navê ku li ser kîsên postexanê ye, li romana xwe ya pêşîn dike. Di vê pirtûkê de, ew li ser jiyan û zehmetiyên balefirvanan dinivîse. Weşanxane gelekî kêfa xwe ji vê romanê re eşkere dike û ji Antoine dixwaze ku ew ji bo wê heft romanên din binivîse. Antoine nabêje na lê belê ev peymana pîrozwer û ev biserketina wejeyî tiştekî mezin di karê wî de naguherîne. Ew wek berê bi balefira xwe riya Ewrûpayê û Arjantînê vedike û di ber re jî, romana xwe ya duduyan, Fira bi şevê, di 1931an de, çap dike. Nivîsên Saint- Exupéry deng didin û Erda mirovan (1939) xelata mezin ya akademiya fransî werdigire.
 Gava cenga cîhanî ya duyemîn dest pê dike, Saint-Exupéry gelekî ji ber şikestina Fransayê û xurtbûna faşîzmê diêşe. Ew li Amerîkayê Balefirvanê cengê û Nameyek ji bo girtiyekî dinivîsîne. Ew çîroka Mîrzayê Piçûk li New Yorkê, di 1943an de, dide çapkirin. Paşê ew berê xwe dide Cezayirê, xwe digihîne hevalên xwe yên balefirvaniyê û hezên Fransaya azad. Ew bi balefirê dîsa nameyan ji welatekî dibe welatekî din. Di 31ê meha heftan de ji sala 1944, şopa wî di fira nehan de bi giştî winda dibe û kesek nizane balefira wî li kû dikeve.

Antoine de Saint-Exupéry - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1