Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Dîroknasa israîlî, damezrênera Navenda Yitzhak Rabin, profesora emeritus a dîroka cihûyan li Zanîngeha Tel Avivê, kevneseroka Înstîtuya Weizmann, xwediya Xelata Israîlê ya sala 2008an.
Shapira di 1940î de li Warşowê hat dinyayê, di 1947an de koçî Filistînê kir, li Tel Avivê mezin bû. Li Zanîngeha Tel Avivê dîroka cihûyan xwend; doktoraya xwe li heman zanîngehê qedand.
Di Înstîtuya Demokrasiyê ya Israîlê, Înstîtuya Zalman Şazar, weşanxaneya Am Oved, Konseya Xwendina Bilind, Navenda Yitzhak Rabin, Înstîtuya Chaim Weizmann, Jewish Review of Books,
Journal of Israeli History de wek rêvebir an endama lijneyê kar kir. Di lêkolînên xwe de giranî da ser dîroka siyasî, çandî, civakî, întelektuel û leşkerî ya civaka cihû
ya li Filistîn (Yişuv) û Israîlê. Ben Gurion: Father of Modern Israel; Yosef Haim Brenner: A Life; Israel: A History, Yigal Allon. Native Son: A Biography; Land and Power: The Zionist Resort to
Force, 1881-1948;The Futile Struggle: Hebrew Work 1929-1939 hin ji xebatên wê ne. Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst: Berl Katznelson, duyemîn kitêba wê, bi zimanê îbranî heşt çap
kir û bi qasî ji aliyê xwînerên giştî, ji aliyê akademiyayê jî pir hat ecibandin û di dema xwe de bû kitêba herî zêde hatiye firotin.

Anita Shapira - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1