Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Albert Camus li Cezayirê li bajarê Modoviyê li herêma Konstantîneyê di sala 1913an de ji diya xwe dibe. Bavê wî di sala 1914an de dimire û Albert zaroktiyek pir perîşan bi diya xwe Cathrine Sintès re li taxek gelêrî ji taxên serbajarê Cezayirê derbas dike. Di şanzdeh saliya xwe de, ew bi nexweşiya jana zirav dikeve lê, tevî xizanî û nexweşiyê jî, ew xwendina xwe ya navîn û paşê ya bilind bi serbilindî û xalên bilind diqedîne. Albert Camus dixwaze bijî, bizanibe gelo cihê mirov di cîhanê de çi ye, çi girîng e, çi pûç û bê wate ye. Hemû şêweyên fikr û ramanê bala wî dikişînîn û ew dikeve nava jiyana rewşenbîrî, bi karê şanoyê radibe, dest bi rojnamevaniyê dike û dibe endamê partiya komunîst. Piştî salên belengaziyê, ew bi taya jiyanê dikeve û dixwaze zincîra zîvarî û neçariyê bişikîne, dilê xwe bide ber roja havînê û pêlên perava xweşiyê. Ew ê paşê bêje ku ew gotina azadiyê ne ji Karl Marx lê ji tengasiyên jiyana xwe hîn bûye. Di van salên pêşîn de ew Rû û Pişt (1937) û Şadiyên Zewacê (1938) dinivîsîne. Gava cenga cîhanê ya duyemîn dest pê dike, Albert Camus dixwaze bibe leşker, lê ji ber nexweşiya wî, daxwaza wî bi cîh nabe. Di sala 1940î de, ew êdî Cizayirê û Afrîkaya Bakur li dû xwe dihêle û berê xwe dide Parîsê.Li Parîsa şikestî û dagîrkirî, ew aloziyên serdemek têkel û dijwar dijî. Nihêrînên wî li ser pûçiya jiyanê û bêwateyiya danûstandinan û rewşa mirovî hin bi hin cihekî mezintir di nav ramanên wî yên felsefî de digirin. Ew bi valabûna jiyanê dihese û romana Biyanî dinivîse. Fikra vê berhemê bixwe ji mêj ve, ji sala 1937an de di serê wî de ye û ji ber sansûra naziyan, roman bi çend fen û fûtan li Parîsê, di 1942an de, çap dibe. Albert Camus ceribandinekê jî bi navê Efsaneya Sisyphe bi vê kitêbê re çap dike, wek ku ew dixwaze tiştekî bi tiştekî din bide ravekirin. Ew paşê du şanoyan: şaştêgihîştin (1944) û Caligula (1945) dinivîse. Di van berhemên li dora mîlê pûçiyê û bê wateyiya jiyanê, mirov herdem berpirsiyarê kar û tevgerên xwe ye.Piştî serdema pûçiyê, Albert Camus di jiyana xwe ya ronakbîrî de dikeve serdema mirovê serhildêr. Bi saya berxwedanê, wateyekê ji jiyana bê wate çêdike. Di baweriya Albert Camus de, gerek mirov destên xwe bidin hev û di rûyê nepakiyê de rawestin. Li hember bêdengiya Xwedê, lehengên kitêba Weba (1957) di rûyê rencê û bayê hovîtiyê de xwe dikin yek û dawiya dawîn bi ser dikevin. Albert Camus pesnê berxwedanê, tevgera civakî di Mirovê Serhildêr (1951) de jî dide.Pêwendiyên di navbera mirovan de zehmet in. Rewşenbîr nikare bi jiyanê re danûstandinên xurt peyda bike û hîsa gunehkarî û neçariyê roj bi roj di nava wî de berfirehtir dibe. Ew dinyaya dora xwe fêm nake û ji bêgaviyê dide ser riya sirguna hundirîn. Albert Camus di sala 1957an de Xelata Nobelê li Stockholmê werdigire û di gotara xwe de dîsa li ser pirsa şaştêgihîştinê, li ser sirgûn û li ser tenêtiya mirovê rewşenbîr diaxive. Piştî vê xelatê, ew û nivîsên xwe di nav sersariya mirovan de hinekî tên jibîrkirin. Albert Camus di sala 1960î de û di çil û heft saliya xwe de romanek nû amede dike dema otomobîla wî ji ser riya xwe derdikeve, li bin guhê darekê dikeve û ew di cih de dimire.

Albert Camus - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1