Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Şairê kurd ê navdar. Di sala 1946an de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Li wir li Enstîtuya Mamostetiyê xwend. Di sala 1970yan de bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Bexdayê. Di 1973yan de çû Yekîtiya Sovyetê. Di 1979an de pileya masterê wergirt di warê pedagojiyê de li ser pisporiya zimanên biyanî. Di sala 1984an de jî pileya doktorayê wergirt di Fîlolojiyê de ji Enstîtuya Xebatên Rojhilatî li Akademiya Zanistê li Sovyeta Kevin. Di pênc salên pey wê re, li Zankoya El-Fatih li Trîpolî li Lîbyayê weke mamoste kar kir. Ji 1995an ve, li Fînlandyayê dijî. Cara yekem helbestên xwe weke berhevokekê sala 1963yan weşand. Jê pê de heşt berhevok weşandin. Ya herî dawî bi navê Berew Zerdeper li Swêdê hate weşandin di sala 2001ê de. Herwiha ji edebiyata dinyayê gelek nivîskar û şair wergerandin li kurdî, weke Walt Whitman û Alexsandr Puşkin.

Abdullah Peşêw - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1