Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Kurê Wesman Paşayê Begê Caf e. Di sala 1898ê de li Helebçeyê ji dayik bûye. Nasnavê wî yê şîirî Ehmed e. Wî li xwendingehên mîrî û hucreyan xwendiye û mamosteyên taybetî jî ders jê re dane û hînî zimanê cîranan bûye. Ew di malbateka dewlemend û xwende de mezin bûye û hînî siwarçakî û tivengçîtiyê bû. Wî di dawiyê de gelek hez ji seyran û kêf û vexwarin û mestbûnê kir û car bo car jî bi qumarê dileyist. Ew di sala 1922ê de bû qaymeqamê Helbeçeyê. Şêx Mehmûd ew di sala 1923yê de zîndan kir. Di sala 1924ê de, piştî ji zîndanê derket bû nûnerê Silêmaniyê di Dewreya Yekê ya Parlamentoya Iraqê de û heta mirî tê de bû. Ew di sala 1935ê bi kelekê di ava Sîrwanê de derbas bûye û li wê derê bi destê dijminekî hatiye kuştin û sedema kuştinê nehatiye zanîn. Ew li goristana Ebabeylê hat veşartin. Birayê wî yê mezin Tahir Beg yek ji şaîrên navdar bû. Dîwana Ahmed Muxtar bi xebata Kemal Bapîr di sala 1960ê de li Silêmaniyê hat çap kirin. Şi'rên Ahmed Muxtar li ser behrên erûzê hatine çê kirin. Naveroka wan di piraniyê de li ser evîndariya keçên ciwan û Miletê Kurd û axa Kurdistanê ye û Kurdistana mezin di helbestine wî de dibe armanc. Wî beşeke mezin ji helbestên xwe li ser pirsa rizgariya Kurd û Kurdistanê vehandine. Ahmed Muxtar pexşan jî nivîsî û wî di navbera salên 1927ê û 1928ê de çîroka “Meseley Wîjdan” nivîsî û ew di sala 1970yê de li ser destê Îhsan Fuad li Bexdayê hat belav kirin. Lê wî ew çîroka xwe timam nekiribû.

A. Muxtar Caf - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1