Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1918an de li Kafkasyaya Pêşî li bajarê Kîslovodsk hatiye dinyayê. Li Unîversîteya Donê Fîzîk Matematîk xwend, xwendina xwe li Moskowa bi felsefe, dîrok û edebiyatê domand. Di 1941ê de diçe leşkeriyê, dibe serbaz. Di nameyên ku ji hevalên xwe re dişîne de, rexneyan li Stalîn dike. Di 1945an de  8 sal heps, 2 sal jî surginê didinê. Di 1950î de wî dişînin qampa taybetî a li Asya Navîn. “Rojeke Îvan Denîsovîç” li vê qampê dikeve hişê wî. Lê ji ber ku pênûs nîn e, nikare binivîse, jiber dike. Piştî mirina Stalîn (1953) bi rojekê ji hepsê derdikeve. Li qampê bi nexweşiya kanserê ketiye. Di 1957an de ji nû ve tê darizandin, bêsûc tê dîtin û îtîbara wî lê vedigerînin. Li pey hev romanên wî tên weşandin û elaqeyek mezin dibînin. Di 1970yî de xelata Nobelê wergirt. Di 1973yan de wî ji hem welatiyê diavêjin û teslîmî Almanya dikin.

- Rojeke Îvan Denîsovîç

A. I. Solzhenitsyn - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1