- Şikandin û Guhertina Kurmê Vegotinekê: Êvara Perwaneyê / Hamid Omerî
Şikandin û Guhertina Kurmê Vegotinekê:
Êvara Perwaneyê
Bextiyar Elî di Êvara Perwaneyê de, rastiya (ji) me ya hinek ji me wêdetir ji nû de nivîsandiye û bi vegotin û şêwaza xwe kurmê vegotinekê hem şikandiye hem jî guhertiye. Bêhn û sêhra romanê, rûhiyeta perperîkê (Perwane) ye ku xwe seranserî romanê raxistiye. Hiş û mêjiyê romanê, sedem û encama xwelîbûna perperîkê ye.
Perwane, bi unsiyeta xwe ya ku xwe pê bi mane dike bibe nebe divê li der û dora maşûqê xwe bigere û di dawiya dawî de bişewite, bibe xwelî û bi hewayê bikeve. Di çarçoveya vê ‘efsûnê’ de Êvara Perwaneyê, bi riya karakterên wesle wesle bûyî bi rexek realîst û rexek derasayî û efsûnî vehunandineke bi hev ve mehandî ye. Bi rastiya xwe, bilêvkirina rastiya welat û gelekî ye. Bi îronî û rengên xwe rexneyeke tûj ya li ser dîn û dîndara ye. Bes melayek û Daye Telet û Pîr Mûsa bo navê Xwedê wek hebên inciyan li dij temsîliyeta mirovên oldar yên ku hema ‘def, şûr, asît û al‘ên wan di dest wan de li ba dibin û li pey şewitandin û pakkirina yên ji rêderketî ne di romanê de rû didin.
Ev rastiya şirovekirî ku dikare wek arkaîk di qebhet û tevgerên Hesen Sebah, Hîzbulah û Talîbanê de bê dîtin wekî ku Fetane ji Xendanê re dibêje, ‘…ne êvara çîrokê ye, ne êvara xeyalê ye.’ Tesewûra dînî, bi hin şiroveyên taybet ji bo yên derdorê di hinek deman û deveran de jiyaneke zor li dar xistiye. Ev xusûsiyeta şiroveyê her wekî li paşerojê, di vê hênê de jî bi hin dîmenan pêkanbûna xwe diselimîne. Di vê çarçoveyê de Êvara Perwaneyê ji xeynê beşa ‘dawî’ bi hîkmeta huşbûna karakteran û bi riya bizimanbûna metnê, hiş û mêjiyê zihniyetekê rave dike. Nivîskar bi beşa dawî nêrîna xwe ya di derbarê dîn û oldariyê de bi xêra Xendanê rave kiriye û neyêniya di derbarê dîn de ku xwe di tevgerên karakterên berhemê de nîşan dide nermtir kiriye. Xwendekar dibîne ku nivîskar di şirovekirina Xwedê û dîn de di çi angaştê de ye. Bi vê angaştê di beşa dawî de hevok û ramanên bi vî rengî diyar dibin: “Di dawî de min digot, ‘ Xwedê mirov bi milyonan şêweyan dîtiye. Milyonan rûya daye wan; çawa li me dibore heke em tenê bi yek awayî bibînin, çawa li me dibore ger em, weke hakimekî bîrteng lê binerin, ku kitêbek di ber destê wî de ye û perên wê vedike û li gorî wê kitêbê biryar dide; momosteya min ev sivikatiyeke mezin e, daketin û kêmkirin e ji hêza berfireh û afirîner ya Xweda re.’.
Zemanê romanê ne heta bi hetayê be jî ew zemanê “wê şevê, wê êvarê, wê rojê” ye û ev ketûmî rasterast ketûmiya realîzma efsûniyê ye lê bi “Şerê Kendavê”, bi “Kurdistan”, bi “Iran”, “Peşmerge” û bi şerê di navbera eşîr û partiyan de ev şêwaz xwe qevasî ser dara reelbûnê dike. Lê ev ketin nayê maneya ku roman ji xasbûna xwe ya efsûnî dikeve, bîlakis ev sembol û bibîrxinêr, paşeroj û pêşerojê di nav hev de dimehînin û dibin sînorên efsûnî û rastiyê ku xisletên vê cureya edebî ne. Di ser hev de geh li vi rexî geh li wî rexî ye vegotina romanê. Geh xewn û xeyal û welatê aşiqan geh sûkên kurdan û fîlmên misrî.
Di paraleliya hev de carek li wargeha Perwane û Mîdya carek jî li wargeha Xendan û Fetane ku xwişkên hev in bi devê Xendana Piçûk bûyer û leheng derdikevin ser dikê. Xendana Piçûk, bûyerên ‘heyameke ku tê de jiyaye lê nedîtiye û fêm nekiriye’ bi hev dike. Karakterên romanê xwedî jiyan û serpêhatiyên trajîk û dramatîk in. Yan dilê meriv bi wan dişewite yan jî meriv ji wan ditirse. Dilê meriv bi diya Perwane û Xendanê û bi wan herdukan, Mîdyaya Xemgîn û xwişka wê Fetaneyê, Ferîdûnê Melek jî dişewite. Met, Mele Kewser, jinên defbidest, oldar û îmandar jî meriv ditirsînin. Hemû karakterên romanê ne ji xwe, ne ji bajarê xwe ne jî ji jiyana xwe razî ne. Parçebûn û hişkbûna kesayet û cimaeta li bajêr wesfê bindestan nîşan dide. Hin ji wan ji ber ku li pey jiyanek azad in di rewşeke awarte de ne hin ji wan jî ji ber ku emrên Xwedayê xwe bi temamî bi cîh naynin di nav xwe de dişewitin lê ne xwe yên ku li gor wan ji rêderketî ne dişewitînin û beden û rihê xwe, yên cimaeta xwe û yên derdorê ji şeytan xelas dikin.
Tevger û bûyerên karakteran ji wan bêtir bal dikişînin ser xwe. Wek mînak dayika Perwaneyê bi awayek sînematografîk bi teşta xwe ji ser derencikê de dikeve xwarê û felcî dibe ji aliyê lawikên xwe û mêrên xwe ve dil heye ku bê hundakirinê xuya dibe. Lê dîsa jî karakterên romanê ne bes bi qewimîn û tevgerên xwe, ne bi temamî be jî bi fizîk, rih û psikolojiya xwe jî li holê ne. Car carna bi riya vebêjêr em rengê û şiklê cil û kincên karakteran jî dibînin.
Bajêr bi gotina Nesredînê Bêhnxweş, ‘bi eşqên bêmiraz û nîvcomayî dagirtî ye’. Li bajêr jinên defbidest û oldar derdikevin, mêr bi şûşeyên asîtê li ber dibistanan digerin, hinek derdikevin nêçîra stranbêjên ku sirûdên welatperwer dixwînin. Jin di bin qesabxaneyên mêrkujan de derbas dibin. Heyama romanê ya ku li bajêr xuya dibe heyameke wisa ye ku kêmnetew jî tê de têne qirkirin ku dîsa ji realîteya kurdan ne wêdetir e.
Gava ku oldar bi têkiliya Perwane û Feridûnê Melek dihisin dixwazin wan demikdest bigirin û bi destên xwe ceza bikin. Jinên îmandar û şopger bi pey herdukan dikevin. Di vê parçeyê romanê de xwendin û şêwazek serketî ya ku G. Garcia Marquez di Duşema Sor de li dar xistibû derdikeve pêşberî me. Di vegotina Elî de pace û deriyên ku heta niha qet venebûne jî vedibin. Her wekî ku xêr û xêratek be, her yek niştecihê bajêr tevli vê neçîrê nebe jî xwezî û azweriya wan ya bo nêçîra îmandaran ya bo aşiqên bêguneh aşkere dibe. Di kitêbxaneya ku Ferîdûn û Perwane hev dibînin ya ku tê şewitandin de di hêna vê şewitandinê de gelek tişt tên bîra mirovî. Her wekî ku tê zanîn gelek tişt û têgeh ne tazî ne, Piraniya wan têgehan bi bûyînên tije kul û keser dorpêçkirî ne. Şewitandina kitêbxaneya aşiqan ku di wê hênê de her der dibe perperîk û xweliya wan bibe nebe Sînemaya Amûdê tîne bîra mirovî ku ew 283 zarokên di wê sînemayê de wek perperîkan bûn. Di kitêbxaneyê de jî ji ber ku Ferîdûn aşiqê perperîkan e nêçîra wan dike û wan dixe nav kitêban. Di beşên din de Xendan û hevala xwe jî li xilwetgeha ku lê têne pakkirin de heman tiştî dikin û li her derê wek xewn û xeyal perperîkan dibînin û wan dixin nav kitêbên xilwatgehê.
Roman bi xêra paşveçûyînên Xendana Piçûk, bi metafor û îroniyan hatiye saz kirinê. Xerabiya rewşa awarte bi pêşhukmî an jî bi selimandineke xwerû nayê piştrast kirinê lê rewş bi xwe bi êş û azara xwe vê heyîn, bûyîn û çûyînê rexne dike. Di vegotinê de xeyal û rastî tevlihev dibin û sînorê di navbera wan de dimehe. Mirov di vegotinê de şaşwaz namîne, bi kelecan pel li ser pel diqelibîne. Hinek bûyîn efsûnî bin jî bûyîna wan tiştan ne derasayî ye. Xeyal û rastî li hev dilefin û her wekî şem û perperîkê bi hev re dihelin.
Her karakterê Êvara Perwaneyê bi nav û tevgerên xwe yekta ne û dikarin bi tena serê xwe jî hebûna xwe ava bikin. Perwane jî, Ferîdûn jî, Nesredîn jî, Xendan jî, Midyaya Xemgîn jî dikarin karakterên beriya xwe jî yê li pêşiya xwe jî bidine jibîr kirinê. Navên ku di Êvara Perwaneyê de diyar dibin li heman war û bajarî bin jî çîrokên xwe vedibêjin û dikarin ji navên din bi hîkayet û qederên xwe yên taybet cudatir bisekinin. Kesên ku haya wan ji wan û dilê wan heye ji nav bajarê ku zilm û zorê ew dorpêç kirine direvin wî welatê navê wî hêj nayê gotin, nayê zanîn “dojeh e an bihûşt e” e de li hev dilefin. Ew der bi xwe jî têrî xeyalên wan nake. Dîsa Mîdyaya Xemgîn li paxaftina xwe ya bi heyvê re ye, Ferîdûnê Melek di gel Perwaneyê di xeyalê xwe yê berê de ye. Li Daristana Kûviyan, leşkerên reviyayî, evîndar tev de li vî welatê ku her çiqas di temsiliyeta welatekî efsûnî de xuya bibe jî her wekî wargeha pêşmergeyên ku bo xak û welatê xwe têdikoşin de ye. Lewma hem efsûn e hem jî rastî ye û ya girîng ev e ku ev li hev lefîn û xuyakirina dorbedor xwendinê tahl û xera nake.
Şibandin, mecaz, mubalaxa, dubarekerin di Êvara Perwaneyê de wek kirasê edebiyata efsûnî xwe venaşêre. Cih û war bi derengî be jî derdikeve. Zemanê romanê bi paşveçûyînan xwe çerxîner jî dike. Bi vî aliyê xwe paşeroj û pêşeroj bi hikayetên lehengan yên balkêş tevlihev dibin.
Romana Bextiyar Elî, bi şêwaz û dengê xwe di nav hêzên xeternak de wêrekiyeke wisa ye ku bi vê wêrekiyê ji jiyan û fikra ku ber her deriyê girtiye re “de ha ji we re ha/de ka werin ha” ye ke. Ji folklorê sûd wergirtibe jî di bikaranîna wê folklorê de bi vê wêrekiya xwe li dij temsîliyetên çavsor pêxistina agirekî ye.
Romana Bextiyar Elî, Êvara Perwaneyê, modernîzekirina hîkayeta şem û perwaneyê ye. Ev roman jî nîşan dide ku edebiyata Kurdî di heman hênê de gelek cureyên edebiyatê di nav çanda xwe ya taybet de dimehîne û ji van cureyên edebî li gor çand û seruvena xwe rewrewkeke rengîn diafirîne. Êvara Perwaneyê bi her aliyê xwe gazî perdeyeke spî jî dike.
Hamid Omerî, www.kulturname.com, 28.02.2012