Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Serpêhatiya Kitêba Nivîskarekî Galîsyayî / Azad Şatehî

Serpêhatiya Kitêba Nivîskarekî Galîsyayî  “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim”

Bi salan e, li gorî hêz û derfeta xwe kitêbên ku li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê derdikevin dişopînim. Nexasim kitêbên ku bi zaravayê kurmancî, tîpên latînî li Stenbolê derdikevin her li ser hizir û bala min in. Kitêba nivîskarê Galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza” ku bi Kurdî û bi navê “Di xewnan de jî ezê zimanê xwe winda nekim” ji Weşanxaneya Avestayê derketiye, bi ya min xwediyê gelek taybetmendiyên cihêreng e.

Yek jê, kitêb di Gulana 2010’an de ronahiyê dît û di heman mehê de, sê çap bi hevre kirin û 3 hezar heb çap bûn. Buhayê kitêbê jî, li gorî piyaseya kitêban gelek erzan e: 4 Lîrayê Tirk. Ligel erzaniyê, divê bê gotin ku kitêb bi qelîte û rûpelsaziyeke baş hatiye honandin. Berpirsiyarê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn sedema vê yekê wiha rave dike: Balkişandin û handana li ser zimanê Kurdî. Jixwe kitêb jî, di “Roja Edebiyata Galisyanî” de ku du rojan piştî “Cejna Zimanê Kurdî” ye derketiye. Keskîn, di pêşgotina kitêbê de, armanca çapkirina kitêbê bi rewş û potansiyela kultura Kurdî ve girê dide: “Di serî de em bibêjin ku yek ji armancên wergera vê kitêbê ne ew e ku di Kitêba Rekoran a Guinnesê de cih bigire. Lê heger lêkolînek bê kirin, wê bi ehetî bê dîtin ku mînakeke bi vî rengî tuneye. Serpêhatiyeke xweser e û îlhama wê rewş û potansiyela kultura Kurdî ye.”
***
Galîsya, li Spanyayê herêmeke otonom e. Li herêmê zimanên Galîsyayî û Spanyolî tê axaftin. Berfirehiya herêmê 29.574 km² ye, herçî nifûsa wê ye 2.738.000 e. Paytexta wê Santiago de Compostela ye. Herêmê di sala 1981’ê de otonomiya xwe bidest xistiye.

Hûnê niha bibêjin; “Ev Galîsya û zimanê Galîsyanî ji ku derket?” Her wekî di kitêbê de jî hatiye diyarkirin, ji we re bibêjim: Kurdekî bi navê Îrfan Guler, 7-8 sal beriya niha ji bo zimanan hîn bibe, terkeserê dinyayê dibe! Pêşî 2-3 salan li Îngilîstanê dibe, paşê derbasî Spanyayê dibe. Li wê derê hevnasiya wî bi “Kurdên Spanyayê!” re çêdibe. Li Herêma Galîsyayê bi cih dibe û ligel Spanyolî, hînî Galîsyanî jî dibe. Beriya çend mehan bi temamî vedigere Tirkiyeyê. Gava vedigere, di tûrikê wî de çend kitêbên balkêş hene. “Made în Galîza” yek ji wan kitêban e. Îrfan Guler û Abdullah Keskîn li ser vê kitêbê gelek caran sohbetan dikin. Paşê Keskîn biryarê dide ku kitêba ku li ser ziman e, li tirkî bide wergerandin û çapkirin. Gava ku Keskîn tirkiya kitêbê dide destê xwe û nivîsa yekem dixwîne, baweriyek lê peyda dibe ku divê kitêb bibe Kurdî. Bi vî awayî, kitêb bi zimanê Kurdî dikeve nav refikên kitêbxaneya Kurdî. Aha ev e çîroka kitêbê.

Bi rastî jî gava min ev kitêb xwend, giham wê bîr û baweriyê ku êş-elem, şadî, hêvî û gumanên galîsyayiyan û kurdan gelekî dişibin hev. Bêyî mubalexe dikarim bibêjim ku dema kesek rasterast, -bêyî ku haya wî/ê jê hebe ku kitêb ji zimanekî din hatiye wergerandin- rahêje kitêbê û nivîsarên wê bixwîne, wê yekser bibêje; “Ev kitêb bi Kurdî hatiye nivîsandin.” Li hêla din psîkolojiya kurdan ya li pêşberî zimanê wan û zimanên serdestên wan, bi awayeke zelal û berbiçav di vê kitêbê de jî xwe dide der. Bi gotineke din galîsyayî jî, ji heman “derdê bêderman” ê ku kurd pê ketine muzdarîb in. Galîsyayî jî wekî kurdan derblêktiyê zimanê serdestên xwe ne. Welhasilî kelam, şikestîbûna galîsyayiyan a di vî warî de, ji şikestîbûna kurdan ne kêmtir e…

Nivîskarê kitêbê Séchu Sende, di sala 1972’yan de, li Galisyayê hatiye dinyayê. Bi helbestê dest bi nivîsandinê kiriye. Piştre dest bi çîrokan kiriye û li Galisyayê bûye yek ji nivîskarên herî girîng ê çîrokê. Fîlolojiya Galisyanî-Portekîzî xwendiye. Di sala 2003’yan de bi romana Orixe, xelata Amor Blanco’yê wergirtiye. Bi “Made in Galiza (2007)” heman salê xelata Anxel Casal’ê ku Yekîtiya Weşangerên Galisyanê dide, werdigire û ev kitêb, dibe kitêba salê.

Gava ku li avahiya Weşanxaneya Avestayê qesidîm, Abdullah Keskîn jî, ji Fûara Kitêban a Diyarbekirê nû vegeriyabû. Me li ser serpêhatiya kitêba Séchu Sende û baldariya li ser fûarê sohbeteke xweş kir. Ew ji eleqeya li fûarê û kitêbên Kurdî gelek kêfxweş bû. Wî diyar dikir ku cara yekem li Diyarbekirê fûareke wiha vedibe, lê ew pêrgî eleqeyeke gelek mezin hatine. Keskîn li ser ajans û rojnameyên kurdan gazincên xwe dikirin û digot: “Fûara Kitêban a li Diyarbekirê ku di nîveka Gulana 2010’an de pêk hat, gelek bi serkeftî derbas bû. Eleqeyeke mezin hebû. Me ji Emerîkayê mêvan anîn, semîner pêk hatin. Bi riya tercûmeya simûltane axaftin bi Kurdî, tirkî, îngilîzî hatin kirin. Lê pir balkêş e, rojname û ajansek nehat negot ka rewşa we çi ye? Ev cihê xemgînî û dilêşiyê ye.” Li ser kitêba “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” Keskîn diyar dike ku ew van rojan 3 çapên din dikin û armanca wan ew e ku heta dawiya salê çapa 10’em bikin. Ev jî dike 10 hezar kitêb. 

Kurt û kurmancî;
Heye ku ev kitêb, di warê lixwemikurhatinê de, pêşî li dergeh û asoyeke berfireh veke û derblêdaneke kujer li psîkolojiya bindestiyê ya kurdan li beramberî zimanên serdestan bixe…

Salihê Kevirbirî, Rûdaw, Hejmar: 49, 15 Hezîran 2010

Xewn jî bi Kurdî xweş in!

Hevkarekî min, serê sibehekê mesajek nîşanî min da got “xwediye weşanxa Avesta A. Keskîn ji min re şandiye da ku ez wergerînim. Lê tiştek jê nakeve serê min, ka tu jî çavekî lê bigerîne, bê çi jê dikeve serê te!” Min xwend, mesaj bi tirkî bû û ji du meqalên piçûk pêk hatibû.

Yek tiştekî xeyalî bû, ne konkret bû, lê bi zimanekî edebî hatibû nivîsîn. Ya duyê bîhna zimannasiyê jê dihat, te digot qey bahsa kurdan dike û li ser zimanê Kurdî hatiye nivîsîn. Min di dilê xwe de got miheqeq kurdekî nivîsiye, lê çima bi tirkî nivîsiye! Bila bide xwediyê wê da ku wergerîne Kurdî. Gelek mesajên wiha, bi tirkî li ser înternetê û telefonên destan digerin. Mirov dikare vê mesajê jî wergerine Kurdî û bi vê riyê belav bike. Paşê A. Keskîn bi xwe hate û got “ev proje ne du meqale bitenê ne, pirtukeke 140 rûpelî ya zimannasê Galîsyanî, Séchu Sende" ye. Em dixazin bi gellek kesan bidin wergerandin û jê re kampanyayekê çêkin da ku baş belav bibe.” Îja çîroka ku pirtûk çima berî bûye tirkî hûn dikarin ji pêşgotina edîtor bixwe hîn bibin.

Pirtûk bi beza birûskê, di nav mehekê de ji alî 35 kesan ve hate wergerandin û çap bû. Li gor agahdariyên weşanxanê her sê çapên pêşîn (3000) belav bûne, pirtûk di destê wan de nemaye û ew haziriya çapa çarê dikin. Ji bo pirtûkeke Kurdî li bakurê Kurdistanê û li Tirkiye ev rekoreke nû ye û heyecanekê dide ku mirov bêtir bi Kurdî bixwîne û binivîsîne.

Heta niha me gazinên xwe dikirin û digot kes bi Kurdî naxwîne. Ji bo wê jî zirxeke destnedanê li dora nivîskarên me çêbûbû, me çavê xwe ji propoganda, mezinkirina vala re digirt, xwe ji rexnekirina pirtûk û nivîskarên kurd diparazt û tenê pesnê wan dida. Lê xwiya ye ev dewran bûhûrî û dewreke nû dest pê dike. Bi vê minasebetê ez jî dixwazim çend têbiniyên xwe li ser başî û kêmasiyên vê pirtûkê li jêr rez bikim.

Sê faktorên serekî hene ku mereqa insên provoke dikin da mirov vê pirtûkê bixwîne: Yek, pirtûk ji alî mîmarê zimanî yê kêmeneteweke ku kêm zêde rewşa wê û bi taybetî jî ya zimanê wê dişibe ya me û zimanê me. Her wiha tecrûbe û serpêhatiyên wan rê bi ber me jî dixin bê çawa mirov dikare zimanê xwe biparêze û belav bike. Du, pirtûk ji meqaleyên kurt û balkêş pêk tê, ku ew yek jî xwendina wê hêsan dike û mirov jê bêzar nabe. Sê pirtûk ji alî 35 kesan ve hatiye wergerandin ku mirov bi hêsanî dikare uslûba wan miqayese bike, başî û kêmasiyên wan bide ber hev.

Çend mesajên pirtûkê yên ku mirov dikare weke spot bide pêş jî ev in:
Zarokên xwe ji zimanê xwe bêpar nehêlin! Ango bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyivin bila hîn bibin. Weke mal û milkê xwe, divê em ziman û kultura xwe jî ji zarokên xwe re bihêlin, bi xwe re nebin gorê. Zimanê ku zarok pê nepeyivin pêşeroja wî tuneye, dê wenda bibe.

Bi xwe û zimanê xwe bawer bin. Xwe û zimanê xwe kêm nebînin. Bi serbilindî li her derê, di her qada jiyanê de bi zimanê xwe bipeyivin, ev mafekî xwezayî ye. Di bin tesîra zimanê serdest û xwedî prestîj de nemînin û hwd.
...
Azad Şatehî, Netkurd, 24.06.2010



Kapat
UA-179024399-1