Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Sê (3) Roman û Nivîskarek / Yaqob Tilermenî

Sê (3) Roman û Nivîskarek
...
Jan Dost, ji ber hişmendiya xwe ya mêjerî ku ji berhemên wî diyar e bimantiqeke matematîkî serê xwe bi nivîsên xwe re diêşîne... Roman bi tîbûna Şêx Seîd dest pê dike û ev tîbûn ew qasî tê şayesandin, dîmeneke weke çola Kerbelayê tê ber çavên mirov. ... Nivîskar weke dîsgotinekê meseleya tîbûnê hey dubare dike û vê meseleyê bi têkçûyîna Bedirxan Paşayê ku ji teref Osmaniyan bi bêaviyê hatibû têkbirin, girê dide. Şêx Seîdê ku lehengê romanê ye, ji serî heta binî ne ew Serokê Serhildanê bixwe ye; ew kesekî ji xeyalên nivîskêr afiriye û ger bi navekî dîtir di romanê de cih girtibûya, ji bilî hin kîteyan dê neşibiya Şêx Seîdê Paloyî. Çinku salên jiyana wî giş ji tûrikê Jan Dost derketine û ew sal di nava mêjûyeke nivîsandî ya kronolojîk de hatiye belavkirin. ... Objeyên aydî leheng û yên têkîldarî leheng weke lehengên biçûk ên romanê di her beşê de derdikevin pêş û weke rengên alîkar ên wêneyekî, ruhekî taybet didin romanê: Şijika ketiye şimikê, şimika şoreşê, saeta serkîsof, şehê ji dara gwîzê, şaşika spî, sêdarên spîndarê, şivqelûn, tûtin, werîsê zeytkirî, gwîz, kilê subhanê, desmala perîxanê, gustîlka zîv, kevir, liba tûyê… Dema ji van objeyan qala hinan tê kirin, têkîldarê wê objeyê qala xayîntiya hevlingê Şêx êbi navê Qasim Beg jî tê kirin. Ji lewre ew obje di bêrîkên mirovekî nehêja de hîna bêtir Şêx dîêşîne û mahdê xwîner jî ji kirûyeke wiha dixelîne. Dîsa sê lehengên ku ji xeyalên nivîskar afirîne, her carê bi xwevegotin û xeyalkirina lehengê sereke re bi rêkûpêk dimeşin û cihêrengiyekê didin pêşaniyê. Ligel ku 3 gav û 3darek bi honakeke xeyal-rastî û xurt hatiye ristin jî, di bingeha bûyeran de dîrokeke hatiye jiyîn a zexim heye. Di beşên li dû gavan deweke “Guldanka Sewrê”; avabûna Komara Tirkî, çarenûsa Kurdan, di beşa “Kevirê Lozanê” de; rola Îsmet Paşayê kerr û firotina Kurdan bi bajarê Mûsilê, di beşa “Gav, ku namînin ji bo avêtinê” de; amadekariyên serhildanê, rola Yûsif Ziya û Xalid begê Cibrî û sedema girtin û dardakirina van her du lehengan, di beşa “Siya dil, ya kesk” de; gavên ber bi serhildanê ve, xeletiyên tên kirin û xefikên artêşê, çûna Şêx Seîd a Pîranê û bersiva neyînî ya Seyîd Riza û di beşa “?” de jî rojên taliyê yên şer bêyî ku xwîner di xwendinê de bilikumîne û bêyî çêja xerab a vegotineke dîrokî bide xwîner bi rêkûpêkî di romanê de hatine bicihkirin…
...
Yaqob Tilêrmenî, Azadiya Welat



Kapat
UA-179024399-1