- Rêzdar Nêçîrvan Barzanî / Abdullah Keskin
2026-03-12 11:53:55
Rêzdar Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Ji vir heta bi Hewlêr silav û spasiyên xwe dişînim. Ez vê silav û spasiyê ne tenê ser navê xwe, ser navê dilsoz û hezkiriyên kurdî jî dişînim. Piştî mesaja cenabê we û xebera tabloyan belav bû, gelek kesan dilxweşî û spasiyên xwe nivîsandin, xwe gihandin me, gotin silav û spasiyên me jî bigihînin Serokê Kurdistanê, bo qedr û qîmeta dide qelema kurdî.
Emê diyariyên we wek nîşana rûmetê heta hetayê biparêzin û pêşkêşî nifşên nû bikin.
Careke din silav û spasiyên xwe pêşkêş dikim, her hebin.
Abdullah Keskin
Avesta
