- Kurdên Nejibîrkirinê / Salihê Kevirbirî
Kurdên Nejibîrkirinê
Ji tevahiya nivîsarên wî –çi helbest, çi kurteçîrok, çi pexşan, çi jî şanokurdistanîbûn û kurdewariya wî bi awayekî zelal û eşkere xwe dide der. Tevî ku di 5-6 saliya xwe de ji serxetê binxet bûbe jî, heta dawiya temenê xwe devera ku bi neçarî terikandiye bi awayekî zindî daye vejandin. Li Şamê, li Beyrûdê, li Swîsreyê û li Lozanê, heta roja ku serê xwe datîne jî kul, derd, merem û daxwaza wî her serfirazî û serbilindîya gelê kurd bûye. Kitêba "Kurdên Nejibîrkirinê" vê yekê bi me dide selmandin û portreyeke edebî, hunerî, gelperwerî û civakî ya Dr. Nûredîn Zaza pêşkêşî dêhn û bala me dike. Di kitêba navbihurî de, hemû berhemên edebî yên Nûredîn Zaza, yên çapkirî û neçapkirî hatin civandin û di nav weşanên Avesta de derketin. "Kurdên Nejibîrkirinê" hemû nivîsên Nûredîn Zaza, bi taybetî nivîsên wî yên edebî di nav xwe de dinimîne. Xwedî û edîtorê weşanxaneyê Abdullah Keskin derbarê xebatê de diyar dike ku hin beş ji nivîsên di kitêbê de, ji arşîva jinebiya Nûredîn, Gilberte Favre-Zaza; beşek jê ji nameyên ku wî ji Kendal Nezan re şandine û yên din jî ji nivîsên wî yên ku di kovara Hawarê de hatine weşandin, hatine deranîn û amade kirin.
Em hinek bala xwe bidin nivîsarên di kitêbê de. "Nûredîn Zaza: Çapa Kurdî li Ewropa" ew nivîs e ku wekî pêşgotin ji bo "Hêviya Welêt, Dengê Komela Xwendekarên Kurd li Ewropayê, hejmar 1-3 hatiye amade kirin. Sala nivîsa ku di rûpela duyem de cih digire, 1976 e. Di heman kitêbê de bi navê Newrozeke Xemgîn, Derketî li her derê bi tenê ye û Newroza 1979 sê helbest cih digirin. Xurşîd, Gulê, Keskesor, Stêrk, Perîşanî, Hevîna Perîxanê, Xatûn an piling, Dê an xwişk, Şerê mêşa û Stêrk navên 9 kurteçîrokên di kitêbê de ne. "Şerê Mêşa" û "Stêrk" ne tê de, tevahîya nivîsan di navbera 1941-1942yê de di Hawarê de hatine weşandin ku li Şamê derdiket. Herçî beşê bi navê "Kurdên Nejibîrkirinê" ye, navê xwe daye kitêbê bixwe jî. Di beşê navbihurî de, di 4 nivîsan de, portreyên 5 navdar, alim û lehengên kurd hatine nivîsandin. Cemîlê Seyda, Hemze Begê Miksî, Evdirehman Axayê Eliyê Ûnis, Qedrî Can û Reşîdê Kurd. Nûredîn Zaza piraniya van camêr û maqûlên kurdan li Şamê nas dike, têkiliyên baş bi wan re datîne û di dawiyê de jî li ser wan dinivîse. Hemû portreyên di beşê "Kurdên Nejibîrkirinê" de, ji hev balkêştir in û xwedîyên agahiyên hêja ne ku em ji wan bêpar in. Bo nimûne di nivîsa Evdirehman Axayê Elîyê Ûnis ku mêrxasê Serhildana Sasonê ye, em pê dihesin gava ew terkeserê binxetê dibe û tê Şamê 50-55 salî ye, xwendin û nivîsandina wî tuneye, paşê Osman Sebrî wî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dike. Demek derbas dibe Evdirehman Axa zarokên xwe jî fêr dike û nameyan ji serxetê re dişîne. Dr. Nûredîn Zaza di sala 1919ê de, li Madenê tê dinyayê. Zarokatîya xwe li Bakurê Kurdistanê derbas dike. Piştî 1925ê, ligel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî binxetê dibe. Ligel temenê xwe yê biçûk jî, di rêxistinên Kurdî de berpirsîyarîyên girîng werdigire û gelek nivîsên wî di Hawarê de –bi navê Nûredîn Ûsiv- çap dibin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, li Swîsreyê bi cih dibe û li Zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekarîya xwe de, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ava dike. Di sala 1957ê de navberê dide çalakiyên xwe yên Ewropayê û vedigere Sûriyê û ji bo yekîtîya kurdên başûrê-rojavayê Kurdistanê dixebite. Di avakirina Partîya Demokrat a Kurdistanê (Suriye) de roleke girîng dilîze. Di salên 1960ê de gelek caran tê girtin û di zindanên Sûriyê de dimîne. Di sala 1969ê de vedigere Lozanê û li ser zimanê Kurdî dixebite. Di sala 1983yê de dibe yek ji damezrînerên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û berî mirina xwe bi salekê Mem û Zîna Ehmedê Xanî werdigerîne fransizî. Di sala 1982yê de "Ma vie de Kurde" li Lozanê diweşîne. 7ê Çileya 1988ê li Lozanê, ji ber nexweşiya pençeşêrê koça xwe ya dawîn dike û xatirê xwe ji me dixwaze.
Salihê Kevirbirî, Le Monde Diplomatiqie Kurdî, Tîrmeh 2011, Hejmar: 20