Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Kurdên din ne bes bûn, ên Urdunê jî derketin! / Cemil Oguz

Kurdên din ne bes bûn, ên Urdunê jî derketin! 
 
Heta niha me got kurdên Tirkiye, Iraq, Iran, Surî, me got kurd bes bûn, bi ser de kurdên Urdunê jî derketin. Nizanim haya we ji wan heye? Ew çawa dijîn, çi dikin, hejmara wan çend e? Vê hefteyê mijara me ev e.
 
Ew 900 sal in li Urdunê dijîn. Bi giştî di dema Selaheddîn Eyyûbî de koçî Urdunê kirine. Ev koç di dema Memlûkan û Osmaniyan de berdewam kiriye. Bi taybetî li her zêde bûn, di sedsala 20’an de ev koçberî zêdetir bûye.
 
Kurdên li Urdunê ne bi giştî koka xwe ji Amed, Mêrdîn, Wan, Sewreg û Rihayê ne.
 
Kurdên Urdunê zêdetir li Ammanê dijîn. Dema Amman dibe paytexta Urdunê kurd zêdetir ber niha hejmara zêde li wir e.
 
Ji kurdan gelek kesên giregir jî derketine. Yek ji wan kurdê Amedê Sa’d Cuma el Eyyûbî ye ku di sala 1967an bûye serokwezîr. Her wiha wî gelek pirtûk jî nivîsandine.
Li Urdunê kurd li ser nasnameya xwe ya neteweyî nesekinîne, zêdetir bi nasnameya olî bi dewletê ve hatine girêdan lê bi salên 2000’î re bala wan a li ser nasnameya wan zêde bûye. 
 
Wan heta niha zêdetir erebî bikar aniye, ji Kurdî dûr ketine. Lê kêm be jî di nava dîrokê de xebatên li ser Kurdî jî çêkirine. Yek ji wan bi navê Alî Seydo ferhengek Kurdî-Erebî ku 40 salên xwe didê amade dike. Ferheng di sala 1985’an de wekî 670 rûpel ji aliyê Komeleya Selaheddîn Eyûbî ve tê weşandin.
 
Li ser bikaranîna Kurdî ya ji aliyê kurdên Urdunê ve jî wiha tê gotin: “Kurdên ku di salên dawî yên sedsala 19’an û yên destpêka sedsala 20’an de hatin Urdunê baş bi Kurdî dizanîn û Kurdî xeber didan. Lê nifşê piştî van Kurdî ji bîr kirin. Hê nû nû rewşenbîrên kurdan û di demên dawî de kurdên li Taxa Kurdan a Dimeşqê yan jî yên ji Cezîre hatine em dibînin ku bi Kurdî xeber didin.”
 
Gelek tiştên nû kurdan aniye Urdunê. Yekem car li Urdunê kurdan weşanxane vekirine, yekem car wan futbol, spora basketê anîne. Dîsa yekem kesê ku xwediyê bawernameya firîne ye kurdek bûye.
 
Komeleya Selaheddîn Eyûbî her çiqas niha ne çalak be jî di dîrokê de karên baş kirine. Koma wan a folklorê bi motîf û lîstikên xwe reng li wir kiriye, di Newrozan de derketiye ser dikê.
 
Ger hûn bipirsin ev ji ku derketin, ez bêjim: Niha pirtûkek bi navê “Urdun Kurtleri (Kurdê Urdunê)” bi tirkî ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk ji aliyê Muhammed Ali es-Siwêrekî el-Kurdî ve di encama xebateke 17 salan de hatiye nivîsandin. Pirtûk yekem car di sala 2004’an de li Ammanê, 2005’an de li Silêmaniyeyê, 2006’an de li Dubai Tirkiyeyê hat çapkirin.
 
Dema min pirtûk xwend, ne bû ku ez van agahiyan bi we re par ve nekim. Bêşik gelek agahî hene, lê min tenê hin jê hilbijartin.
 
Piştî ew qas agahiyan mirov hejmara kurdên ku li Urdunê dijî meraq dike ne wisa? Min bi xwe jî, mirov ew qas agahiyan dixwîne, dibêje qey bi mîlyonan kurd li Urdunê dijî. Bi ya we çiqas kurd li Urdun dijîn? Berî ez bigihîjim reqemê min ji xwe re texmîn kir, min got mimkûn e çend sed hezar bin, lê hezarî ne. Belê li gor hejmara ku pirtûk pêşkêşî me dike tenê: 15-20 hezar.

Cemil Oguz, Diyarname



Kapat
UA-179024399-1