Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Keskin: Divê Başûrî Pirtûkên Kurmancî Wergerînin Soranî / AKnews

Keskin: Divê başûrî pirtûkên kurmancî wergerînin Soranî

Keskin destnîşan kir ku berhemên herdu diyalektan jî edebiyata Kurdî ne û girîngiya wergera diyalektan wiha şîrove kir: “Xwendevanên vê derê ji ber meseleya alfabe û diyalektê nikarin jê îstifade bikin. Sinorê edebiyata Kurdî berfirehtir dibin. Hemû xwendekarên kurd dikarin jê îstîfade bikin. Jixwe derefetên edebiyata Kurdî kêm in. Bi vî awayî tesîreke baş dikin. Ji kurmancî jî divê ji bo soranî berhem bên wergarandin.”

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin diyar kir ku wan heta niha 20 pirtûk ji soranî wergerê kurmancî kirine û li ber destê wan 20 pirtûkên ku ji soranî bo kurmancî werger bikin jî amade ne.
 
Keskin, xwest dezgehên soranî jî weke weşanxaneyên li Bakur girîngiyê bidin wergera diyalektan û pirtûkan ji kurmancî wergerê soranî bikin.
 
Weşanxaneya Avestayê pirtûka yekemîn a sala 2012’an ji soranî wergerê kurmancî kir. Pirtûka Bextiyar Elî ya bi navê “Êwarey Perwane” ji bo kurmancî bi navê “Êvara Perwaneyê” werger kir.

Pirtûka ku li Başûrê Kurdistanê bûbû bestseller, bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket.
 
Keskin ji AKnewsê re ragihand ku ew ê 6 pirtûkên din ên Bextiyar Elî jî wergerê kurmancî bikin û wiha got: “Heta niha me ji 20 pirtûkan zêdetir ji soranî wergerê kurmancî kirine. Ên ku me qerar dane em ê wergerê kurmancî bikin niha nêzî 20 heban e.”
 
Keskin destnîşan kir ku berhemên herdu diyalektan jî edebiyata Kurdî ne û girîngiya wergera diyalektan wihaşîrove kir: “Xwendevanên vê derê ji ber meseleya alfabe û diyalektê nikarin jê îstifade bikin. Sinorê edebiyata Kurdî berfirehtir dibin. Hemû xwendekarên kurd dikarin jê îstîfade bikin. Jixwe derefetên edebiyata Kurdî kêm in. Bi vî awayî tesîreke baş dikin. Ji kurmancî jî divê ji bo soranî berhem bên wergarndin.”
 
Keskin bal kişand ku heta niha ji kurmancî bo soranî yek pirtûkek jî nehatiye wergerkirin û aşkera kir ku ev berpirsyarî dikeve ser sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê.
 
Keskin derbarê wergerê de wiha axivî: “Gerek weşanxaneyên Başûr ji kurmancî bo soranî werger bikin. Em difikirin ji soranî hin tiştan biceribînin. Derfetên me yên ku em ji kurmancî wergerê soranî bikin tune ye. Hem di warê diyalekt, werger û kadroyê de û hem jî di warên din de kesên ku bi vî karî re mijûl bibin, tune ne. Lê ev bar dikeve ser dezgehên başûr. Derfetên wan ji yên me çêtirin.”
 
Hêjayî gotinê ye ku par Besam Mistefa sê pirtûkên Şêrzad Hesen jî ji Soranî kiribûn Kurmancî û weşanxaneya Avesta ew weşandibûn.

aknews.com, 08.02.2012



Kapat
UA-179024399-1