Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Jiyaneke Li Ber Sêdarê “3 Gav û 3 Darek” / Receb Dildar

Jiyaneke Li Ber Sêdarê “3 Gav û 3 Darek”

Edebiyata Kurd, bi helbest, çîrok û romanên ku nû dertên û digihîjin ber destê xwendevanan re, her roj qada xwe firehtir dike. Di nav helbestkar, çîroknivîs û romannivîsên kurd de jî hunermendên hêja û berbiçav derdikevin û dixwazin kabên xwe di qada navnetewî de bi hunermendên cîhanê re biavêjin. Yek ji van romannivîsên me jî Jan Dost e. Min Jan Dost bi romana wî ya yekemîn, “Mijabad” (Weşanxaneya Belkî-2004) nas kir. Min bi xwe tahmeke pirr xweş ji romanê stendû zarokên min jî eşkere kirin û gotin: “Ev cara yekemîn e ku em ji romaneke Kurdî notan digrin û hevokên ji romanê li defterên xwedinivîsînin.”  Îsal (2007) romaneke wî ya nû ji Weşanxaneya Avestayê derket. Navê romanê “3 gav û 3darek”e. Dîsa “Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de” li bin navê wê wek navê duyemîn hatiye bikaranîn. Roman 214 rûpel e.
 
Ciyê kêfxweşiyê ye ku nivîskar, roman bi Kurmanciyeke xweş û zelal nivîsiye. Dîsa ciyê serbilindiyê ye ku zimanê romanê di asteke bilind de ye û gelek herikbar e. Ji ber ku nivîskar xwe li peyvên di quncikan de mane, asê nekiriye, herkes bi rehetî dikare bixwîne û jê tahmeke Kurdî bistîne. Bi rastî jî ew, hostayekî ku ji hostayên zimanê Kurmancî ye. Wek kaniyên ku bi ser çeman dediherikin, peyvan li dû hevdu rêz dike û bi şêweyeke helbestkî bi ser kaxizên sipî ve diherikîne. Ji me re jî dimîne ku em di nav wî çemê zelal de, bi kêfa dilê xwe avjeniyê bikin.
...
Nivîskar romanê bi hostatî honaye. Şêx Seîd her ku ber bi sêdarê ve dimeşe, dixwaze jana têkçûna serhildanê ji bîr bike û ruhê xwe yê birîndar bi xweşiyên rojên berê derman bike. Lê dilê wî dîsa jî aş nabe, berê wî tim li Xwedê ye dixwaze pirsek jê bike.
 
Di romanê de tîbûn wek hêmayeke gelek xurt hatiye bikaranîn. Dîsa gwîzhavêtina ser quban jî hemayeke ku wê kurd gelek li ser bifikirin. Aniha gwîzên me li serparçeyeke qubê sekinine, hêvî ji bo perçeyên din.
...
 Nivîskar di romanê de tiştek balkêş jî kiriye, xwestiye bi lehengên xwe herdu romanên xwe bigihîne hevdu, ev ceribandineke gelek xweş e. Hamesta qîza Entranîk, Ûnisê Amîdî û Remoyê Diyarbekirî ku lehengên romana Mijabad in, di nav romana 3 gav û 3darek de jî xuya dikin û derbas dibin.
 
Wê xwendevan belkî jî cara yekemîn di romanê de Şêx Seîd ji hemû kirasan tazî, wek însanek sade jî bibînin. Çimkî kirasên serokatiyê, Şêxitiyê, mezinatiyê rola wî ya di jiyanê de pirr giran kiribû. Nivîskar di hinek beşan de van kirasan jê datîne û wî bi dilê wî yê tazî dide xeberdanê.
 
Divê şexsiyêtên kurd û xebatên wan bibin mijarên romanan û ji neviyên me re bimînin. Jan Dost di vî warî de di herdu romanên xwe de jî biserketiye. Em ê li benda berhemên nû bin.

Receb Dildar, www.netkurd.com, 2.3.2007



Kapat
UA-179024399-1