Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Jean-Claude Mourlevat /Fawaz Husên

Jean-Claude Mourlevat

Fawaz Husên

Di 30ê adarê sala 2021ê de, Jean-Claude Mourlevat bû yekem nivîskarê fransî ku xelata Almayê werdigire. Ev xelata navneteweyî û şandar ji aliyê dewleta Swêdê di warê wêje û edebiyata zarok û ciwanan de tê dan. Eger Nobel ji 1901ê de heye û wêjeya mezinan û çend beşên zaniyariyan pîroz dike, xelata Almayê piştî 2002an û mirina nivîskara swêdî ya navdar Astrîd Lîndgren hatiye afirandin û li dora 500 hezar ewroyî ye. Xelata Almayê, ku mirov dikare bêje “xelata Nobelê bo wêjeya zarok û ciwanan” e îsal ji nav 262 nivîskarên cihanê dibe para nivîskarê fransî Jean-Claude Mourlevat. Destebijêrên xelatê, ango endamên jûriyê, wê pêşkêşî xwedanê “berhemên pir seyr û nebîna” dikin. Ew bi vê nîşanê nivîskarê ku “bi şêweyekî nûjen û serkeftî li hunera çîrokê vedigere û mijarên herî xweşik û herî zehmet diaferîne” dibin ber perê asimanan.

Jean-Claude Mourlevat di 1952an de li gundekî li navenda Fransayê ji diya xwe dibe û di nav şeş xweh û birayan de lawê pêncan e. Piştî xwendina xwe ya li lîseyê û li zangoyê, ew dibe mamosteyê zimanê almanî. Lê şanogerî bi xurtî wî ber bi xwe ve dikişîne û Jean-Claude li temaşexaneyan dibe leyistikvan, hunerbaz û qeşmer jî da ku kenê zarokan bîne. Piştî teatroyê, ew di sala 1997an de berhema xwe ya pêşîn dinivîse. Îroroj Mourlevat 69 salî ye û wî bêhtirî sîh berhemên bo zarok û ciwanan afirandine. Nivîsên wî hatine wergerandinî gelek zimanên cîhanê û çend lib ji wan bi tirkî, li weşanxaneya Canê, derketine. Ev cara yekem e ku çar çîrokên wî yên pir şêrîn û nazik bi kurdî wekî xelekên zincîrekê li pey hev li weşanxaneya Avestayê, li Stenbolê, derdikevin.

Gava endamên xelatê ji Mourlevat re telefon dikin û agahiya pîroz diguhezînin wî, devê nivîskarê fransî ji matmayînê diçe paş guhên wî. Paşê, ew bi kêf ji rojnamevanan re rave dike û dibêje: “Ez di her van deh salên dawîn de li ser lîsteyê xelatê bûm. Ez nikarim bawer bikim ku ew vêga para min ketiye.” Jean-Claude Mourlevat helbet gelek xelatên navneteweyî wergirtine, lê ya Astrîd Lîndgrên di cîhanê de ya herî mezin e.

Jean-Claude Mourlevat û Fawaz Husên ji sala 2016an de hevûdu dinasin û hezkirina wan ji wêje û edebiyatê re wan nêzî hev dike. Nivîskarê fransî ji wergêrê kurd re dibêje ku ew serbilind e. Belê, lehengên wî êdî ê bi zimanê kurdî bi piçûk û mezinên kurdan re bidin û bistînin û li deşt û çiyayên Kurdistanê bigerin.

Bi hêviya ku ev her çar çîrokên sivik û pir bi hêsanî têne xwendin bi dilê we piçûk û mezinan bin!



Kapat
UA-179024399-1