Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1960an de li Tatosa Erziromê hatiye dine. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navendî jî li Tatosê xwendiye. 1988’an de li Amedê, Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji Beşa Zimanê Fransî mezûn bûye. Sê salan li Stenbolê di şirketek de wek îdarevan xebitî û di 1992’an de li Geverê dest bi mamostetiya zimanê Tirkî kir. Ji 1996’an hetanê 2008’an li Wanê xebitî û ji bo pênc salan bi wezîfeya fermî wek Mamosteyê Çand û Zimanê Tirkî çû Fransayê. Li Fransayê, ser zanistiya ziman di Zanîngeha Rouenê de bû xwendekarên masterê û ji ber ku vegeriya welat mastera xwe neqedand. Lê li ser zanistiya ziman xebatên xwe berdewam kir. Di qada zimanê Kurdî (taybetî zaravayê Kurmancî) de gellek xebat û lêkolîn çê kiriye û her wiha gotar û nivîsên wî yên li ser zimanê me di çend malper û kovaran de hatine weşandin. Berhema xwe ya li ser ziman “Rêzimana Zêrrîn-Kurmancî” amade kiriye û bi gorî derfetan wê bê çapkirin. Niha li Wanê wek Mamosteyê Zimanê Fransî kar dike. Bêtir çîrok û helbestên wî yên ji çapkirinê re amade he ne. Zewicandî û bavê çar zarokan e. 

Berhemên wî:

- FERHENG (Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî) | SÖZLÜK (Kürtçe-Türkçe / Türkçe-Kürtçe), 2020

Nasır Kemaloğlu - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1