Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Li bajarê Hewlêrê, taxa kevin a bi navê Xaneqa ji dayik bûye. Sala jidayikbûna wî ne diyar e, lê di navbera 1951 û 1952an de ye. Xwendina xwe heya berî zanîngehê li Rewandiz û Hewlêrê qedandiye. Di sala 1974-75an de zanîngeha Bexdayê ya ziman û edebiyata ingilîzî qedandiye. Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975-78an de di kovara Roşinbîrî Niwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên 1978-82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hawkarî de belav kirin. Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine ser zimanê kurdî, û xwediyê gelek çîrok û romanan e, weke: Tenahî, Gula Reş, Hesar û segên bavê min, Deşta karmamizên kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre perwaneyên êvaran û hinekên din. Vêga li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê dijî.

 

Şêrzad Hesen - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1