Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di 11ê Tîrmeha 1909ê ji dayik bûye, keça Salih Bedirxan e. Rêvebira Xwendingeha Leyla Exîlî ye. Jina Celadet Bedirxan e ku bandoreke baş li ser wê hebûye heta ku mîna wergerek bikare li warê zanistî û kirdarî ve gavên baş biavêje. Ji sala 1924 ve heta 1927ê rêvebera dibistaneke hikûmî bûye li bajarê Kerek li rojhilata Urdinê, piştî hingê hatiye Dîmeşqê (Şamê) û saleke xwendinê li dibistana Elayîk ya fransî kar kiriye û li hemû polên şaxê keçan de mamosteya zimanê erebî bûye. Li 9ê Nîsana 1929ê wekî mamoste li dibistana hikûmî li Dîmeşqê hatiye damezrandin heta destpêka sala 1924-1925ê ku bi rêvebirina dibistanê bi wê ve hatiye spartin. Tevlî komeleya Yekîtiya Afretan bûye li sala 1934ê, piştî vegerîna wê li kongreya jinan ya ku li Qahîrê hatiye li darxistin li dumahiya sala 1945an veqetiyaye. Li sala 1951ê du çîrok ji zimanê tirkî wergerandiye, ya yekem bi navê "Bîranînên Jinekê" hatiye çap kirin û ya dûyê jî bi navê "Evîn û Janên Min" hatiye çap kirin û wê hinek pirtûkên neçapkirî hene ji wana "Bîranînên Jinekê" û "Rêka Dil". Her wiha wê "Çend Berperek Ji Tora Kurdî" heye. Hinek semînar û çîrok hene ku li radyo û rojnameyan de hatîne weşandin û çap bûne. Li sala 1947ê li radyoyê çend mehan li beşa zarokan de kar kiriye. Roja 03.06.1992 çû ser dilovaniya xwe.

Rewşen Bedirxan - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1