Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Di sala 1919an de, li bajarokê Madenê ser bi Elezîzê ji diya xwe dibe. Piçûkaniya wî li bakurê Kurdistanê derbas dibe. Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, li gel kekê xwe Dr. Ahmed Nafîz derbasî Başûrêrojava (Binxetê) dibe. Tevî temenê xwe yê piçûk, Zaza di rêxistinên kurdî de berpirsiyariyên girîng digire ser xwe û gelek nivîsên wî di Hawar û Ronahîyê de çap dibin. Piştî şerê Cîhanê yê duduyan li Swisreyê bi cî dibe û li zanîngeha Lozanê dest bi xwendina bilind dike. Di dema xwendekariya xwe de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa ava dike. Di sala 1957an de, navberiyê dide çalakiyên xwe yên li Ewrûpayê û diçe Suriyeyê. Li vir ji bo yekîtiya Kurdên Başûrêrojavayê Kurdistanê dixebite û di avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (Sûriye) de roleke girîng dilîze. Di vê navê de tê girtin. Her wiha di salên 1960î de gelek carên din tê girtin û di zindanên Sûriye, Iraq, Urdun û Libnanê de dimîne. Di sala 1969an de vedigere Lozanê û ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebite. Di nav danerên Enstîtuya kurdî ya Parîsê de cî digre û berî mirina xwe bi salekê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn werdigerîne zimanê fransizî. Kitêba wî ya Ma vie de Kurde çap dibe û li Ewrûpa dengekî mezin dide. Di 7ê çileya paşîn a 1988an de, li Lozanê ji ber nexweşiya penceşêrê koça xwe ya dawî dike.
Nivîsên wî yên çapbûyî:
- Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, 1973.
- Les Kurdes et l’accord d’Alger, Centre Culturel Univresitaire, Beyrouth, travaux et jours n° 56-7, juillet-décembre 1975.
- Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.
- Ma vie de Kurde, çapa yekem, Pierre-Marcel_Favre, Publi SA., Lausanne, 1982, çapa duwem, Labor et Fides, Genève, 1993. Bi tirkî Bir Kürt olarak yaşamım, Mezopotamya, Sweden, 1994, bi erebî, Heyatî el kurdiye ew serxet el şaab el kurdî, Dar Aras, Erbil, 2001.

Nûredîn Zaza  - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1