Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

1974 yılında Nusaybin'in Girêmîra köyünde doğdu veilkokulu burada okudu. 1992 yılında tutuklandı ve 8 ayrı cezaevindekaldı. 2003 yılında serbest bırakıldı. Şairin çalışmaları dergi vegazetelerde yayımlandı. Kendi deyimiyle sigara kağıtlarına yazılanşiirlerinden oluşan Gulên Qasid kitabında sonra yine Şahmaran serisinindevamında Xewnên Zîvîn isimli ikinci kitabı da çıktı. Di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatim dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê me ku girêdayî Midyadê ye. Min dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di wan salan de, qedexeya ku li ser ziman hebû, ez zû mezin kirim û bi perkan xistim. Dem hatibû ku êdî dilê min xwe vebêje. Lê dilê min, tirkiya ku bi kotekî dihat fêrkirin nediheband û kurdiya qedexe hîna fêr nebûbû. Min çavên xwe digerandin, ji bo peyvên veşarî yên kurdî fêr bibim, çiyan çav li min şikandin. Min xwe li banga çiyê girt. Demek wisa germ û bêderfet bû  ku ne lênusk û ne jî pênûs hebû di destê min de. Bi alîkariya hevaleke ku qet dibistana tirkî nexwendibû û ew jî bi çiya ketibû, li ser berfê ew tîpên nepenî nîşanê min dan. Dikarîbû bîra berfê nebe, lê min ew  tîpên kurdî li hişê xwe baş tomar dikirin… Di sala 1992an de, bo raman û çalakiyên xwe hatim girtin. Bo ku min di dadgehê de, parastina siyasî bi zimanê xwe yê dayikê kir, min gunehê xwe girantir kir li cem desthilatdaran  û panzdeh sal ceze wergirtin. Li heşt girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê geriyam. Li ber deriyên hesin  û li ber siya dîwarên heşt zîndanan jiyam. Min çîrokên keç û  kurên heşt girtîgehan dane hev. Di sala 2003yan de, bi dîwaneke helbestan ku min li ser pelên cixarê nivîsîbûn, ji bo bikaribim veşêrim, derketim derve. Dîwana “Gulên Qasid” ku di sala 2006an de, ji weşanxaneya Avestayê derket, ev helbestên ku li ser pelên cixareyan nivîsî bûn. Di sala 2007an de pirtuka duyem ya helbestan “Xewnên Zîvîn” jî ji heman weşanxaneyê derçû. “Bîra Birînê” pirtuka min a sêyem e. Niha di çavên xerîbiyê de nivîsê didomînim.

Fatma Savci - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1