Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

Şaîr, şanonivîs û çiroknivîs, di 6 Tîrmeha 1799an de li Moskovayê tê dinyayê. Ji malbateke arîstokrat, evîndarê hiner û edebiyatê tê. Ji aliyê diya xwe, Nadiejda Osîpovna Hanibal, yek ji bedewtirîna Sankt-Petersbourgê, digihîşt Abraham Petroviç Hanibal. Evê han wek koleyek Afrîkî tê qesra Împerator (Tsar) Peterê Iem (ango Peterê Mezin), bi zîrekî û jêhatîbûna xwe, zû dikeve çavê Împerator û evê han ew li xwe dike ewlad. Mihendisek mezin û di dû re jî dibe general û digihîje merteba arîstokrasiyê. Reşiya çermê Pûşkîn ji 'eslê Afrîkiya diya wî dihat. Bavê Puşkîn, Sergey Lvovich jî şêwirmendek payebilindê leşkerî, hişfireh, Frankofîl (Fransîhez) û ji malbateka arîstokratîk a kevin dihat. Di donzdeh saliya xwe de dest bi dibistana Tsarskoyê Selo (Gundê Tsar, ku hê nû ji bo zarokên arîstokratan hatibû ava kirin) dike –send sal piştî mirina wî, di 1937an de, ev gund navê Pûşkîn werdigre– û ji ber naskirin û hezkirina wî ya edebiyata Fransî hevalên wî navê Frantsuz (Fransî) lê danîbûn. Hîn li wir dest bi nivîsa şiîr û rexneyan dike. Şiîra wî ya yekem, Ji bo hevalek şaîr, di panzdehsaliya wî de (1814), kovara Le Messager de l'Europe (Peyamberê Ewropayê) de diweşine.

Di 1817an de di Wezareta Karên Derve de di beşê arşîvan de kar dike. Êdî, ji ber nivîsên xwe têra xwe naskirî ye. Şiîrên wî carna bi kêfê ne lê gelek carnan li dijî otokrasyê, li dijî koletiyê û zilma xwedanê erdan. Bi xwe têra xwe lîberal û Xwedê bawer bû, lê hemû hevalên wî kesên siyasî û şoreşger bûn ku serhildanên dekambristan pêk anîn. Di 1825an de Împerator Aleksadrê Iem, ji ber şiîrên wî yên guhertin/şoreş xwestinê, wî dişîne Mixaylovskoyê sirgûnê. Ji nivîsê dûr nabe, berevajiyê wî, hîn zêdetir dinivîse, lê ewê ne sirgûna yekem ne jî ya dawîn be. Di 1826an de Nikolayê Iem, piştî ku serhildana dekembrîstan têk dide, Pûşkîn tîne Moskovayê, ba xwe ji bo hîn rihettir dikaribe wî bişopîne. Bêçare ye û zilmeka teze ya siyasî li dijî wî dest pê dike.

Di 1831an de bi Natalya Gontçarova re dizewice, di destpêkê li Moskovayê, kolana Arbatê dimînin, di dû re diçin Sankt-Peterzbûrgê.

Di van deman de Pûşkîn êdî bûye xwedan tercûbe û navek mezin. Berhemên wî yên navdar li dû hev tên: Di bin navê çîrokên rihmetiyê Îvan Petrovîç Belkîn de Derba DemançêMoraza Berfê û Keçika Gundî dertên. Hin ji yên herî naskirî: Keça Kapîtan, Yevgenî Onegîn, Mozar û Salîerî û bi sedan şiîrên wî hene.

Li ser galegal û gotinên ku li ser malbata wî tên gotin, Pûşkîn serbazek Fransî bi navê d'Anthès mecbûrê dueloyê dike, birîndar dibe û du roj şûn de, di 10ê sebata 1837 (di sîh û heft saliya xwe de) dimire.

 

 

A. S. Puşkin - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları

Kapat
UA-179024399-1