Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Fatma Savci: “Ez bi zimanê ku bi kotekî fêrî min kirine re haşt nebûme” / Çiğdem Üstündağ

Kîjan sedeman tu ber bi helbestê ve birî?
Helbest ji bo min girî, qêrîn, axaftin, bez, sxêf û vegotina rih û dile. Helbest bo min, gulistanek e ku dikarim rûbar û kaniyan, xecîcok û pirpirîkan, hemî nofên çivîkan, şêweyên evînan li xwe û wê gulistanê bicivînim. Guhdarvaneke baş e ku dikarim hemî hêrs, kîn, sir û janên xwe di guhên wê de bipispisînim. Dosteke dilsoz e ku dikarim serê xwe daynim ser sînga wê û bi wî giriyê xwe yê ku kesekî nebihîstiye wê biwestînim. Ew hevaleke bê fen û hesabe, her wextî bo min amade ye ku xeyalên xwe pê re par bikim, mirinên xwe jê re vebêjim. Ez jinek im, endama neteweyeke bindest im û miroveke di şer de mezin bûme. Ev rastî dihêle ku ez tije bibim, bi hêst û ramanan, bi xem û hizran. Pêdiviya vegotinek kûr û tîr bi min re çêdibe. Û helbest rêbazek baş e, bersivek giring e bo vê yekê. Helbest dihêle bêy ku mirov bilewite, qirêj bibexwe vebêje, navgîneke baş e bo dilpakî û fezîleta mirovahinê.

Ji helbesta xwe ya pêşî û şûn de bi dewamî te bi kûrdî nivîsand?
Min car caran bi Tirkî jî helbest nivîsîn, lê niha yek ji wan li cem min tune ye. Min qetandin avêtin. Lewre ez û zimanê Tirkî ne li hev in. Di zarokatiya min de bi kotekî fêrî min dikirin, ji bo fêrbûna peyvênTirkî min lêdan xwariye. Ji bo ku ez bi wan peyvan neaxivîme, pereyên min ku serê çend rojan diya min bo çerez û şekir dida min, mamosteyan ji min distandin. Min hîna di kuraniya dilê xwe de, ew “xwediyên zimanê Tirkî” efû nekirine û ez bi wî zimanî re haş nebûme ku bi kotekî fêrî min kirine. Tevî ku car caran min bi wî zimanî helbest û pexşan nivîsîn jî, ew nebû zimanê dil û giyana min. Dizanim wan xwediyên nezan ûz alim neheqî ne li me tenê, li zimanê Tirkî jî kirin û hêvîdar im dîrok û vîcdanê Gelê Tirk jî wan nebexşîne.

Zimanê Kurdî di bin zextê de ye. Vê yekê bandorek çawa li ser helbest û we dike?
Zimanê Kurdî ne zimanê perwerdê ye û tu carî derfet çênebû ku em bizanistî û bi sîstem fêrî zimanê xwe bibin. Min bi serê xwe hewl da ku fêrî gramera zimanê Kurdî bibim. Piştî fêr bûm, min hewl da hevalên xwe fêr bikim, bi vê mebestê min her komên biçûk ava kirin û ders dan derdora xwe. Di girtîgehê de, demeke dirêj min Tirkî li xwe qedexe kir, da ku Kurdiya xwe pêş bixim û bikarim baş bixwînim û binivîsînim.

Tû jî helbestvaneke jin ya Kurd î. Tu di derbarê wêjeya jina Kurd de çi difikirî?
Astengiya li pêşiya wêjeya jina Kurd gelek in. Hem ji hêla pergala desthilatdar ve, hem ji hêla civakê ve astengî pir in. Lê astengiya herî mezin li gor raya min, bikarneanîna zimanê Kurdî ye. Eger zimanê Kurdî nebe zimanê rojane yê civakî, sîyasî, çand û hûnerî wê nebê yê wêjeyê. Wê kes pê nenivîse û nexwîne jî. Mixabin li bakur ev kêmasî heya tu bêjî bes heye. Bi taybet jin êdî ziman wek mîratekê dewrî zarokên xwe nakin. Êdî wan bi Kurdî mezin nakin. Zimanek bi axaftina zarokan li ser piya ye û zimanê pêşerojê ye, lê eger zarok nizanibin, ne axivin ne mumkun e ew zimên bijî û ji mirinê rizgar bibe. Piştî pêncî salên din wê çiqas zarokên me bi Kurdî biaxivin, wê ev nifş çiqas wek alekê ziman ber bi sibê ve hilgirin ne diyar e. Û eger em qala pêşketina wêjeyê bikin, divê em pêşî qala hebûna zimên bikin. Ku zimên nebe wê çawa wêje hebe? Ku bingeh nebe wê çawa qesreke bê bingeh avabibe?

Em dikarin di derheqa projeya Şahmaran de agahiyê bigrin?
Projeya Şahmaran ku Weşanxaneya Avesta ji bo çapkirina berhemên jinan çêkiriye, bi vê wateyê projeyeke gelekî serkeftî ye. Lewre ji her beşên welêt berhemên jinan, bi taybet helbest berhev kirin û çap kirin. Bi vê projeyê sînor nehatin nasîn, Bi vê xebatê, wêjeya jinê ya her çar perçeyan di yek kaniyê de kom bû. Li gor baweriya min, ev ê bibe mîrateke baş ji bo jinên wêjevan yên pêşerojê. Wê bibe çavkaniyeke başku nifşên dahatuyê bikarin jê vexwin. Şahmaran bû hênceta ku hest, raman, êş û şadiyên jinên her çar beşên welat di yek rubarî de biherikin. Bû neynikek ku civak bikare di vê neynikê re rastiya hebûnaj inê bibîne û di ber çav re derbas bike. Bikaribe nas bike, binirxîne, rexne bike û bijî. Ya giring, ne tenê nivîsîna jinan a helbestê û zimanê dayika xwe ye. Ya giring ew e ku ev berhemên ku jinan afirandine, xwediyê felsefeyek pêşverû û hemdem, xwediyê kurahiyeke raman û hêmayan e, xwediyê serhildêriyek hember astengî û pêşverûtiya civak û pergala dagirkeran e jî. Helbet şirovekirina van berheman, rexneya wan karê rexnegiran e û hêvîdar im ku ev berhem nesîbê xwe ji rexneya rexnegiran bigrin.

Zimanê Kurdî û wêje ya Kurdî di çi rewşê de ye?
Ji bo hebûn û pêşdebirina zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî xwedîlêderketina ciwanan gelekî ferz û giring e. Li gor ramana min, niha zimanê Kurdî ala qada cenga giran e ku ciwan vê alê hilgirin û ber bi serkeftin û serfiraziyan ve bilind bikin. Divê ku bixwîne, binivîsîne û projeyan bo ziman û wêjeyê çêbike, doza ziman di warê fermî de bike. Bi kurtayî divê ciwan nobedarê zimanê Kurdî û parastvanên wî bin.

Çiğdem Üstündağ, www.bydigi., 10.04.2007



Kapat
UA-179024399-1