Sepetim (0) Toplam: 0,00TL

- Di Wêjeya Kurdî De Şopa Jana Wertherî / Hamid Omerî

Di wêjeya Kurdî de şopa jana Wertherî 
... 

Şêrzad Hesen, betanê vê nexweşînê qelaştiye û êşa takekesê piçûk nivîsandiye.  Şert û mercên romana serkeftî diyar in. Çîrok, leheng, honandina bûyeran, xeyal û deng. Bi vegotineke xurt ya ku van xalan di nav xwe de dihundirîne de nivîskar pêşiya pêşî divê pişta çîrok û vegotina xwe rast bike. Romannûs ji tiştekî, bûyînekê, dîtinekê hêza xwe distîne û ji nû ve diafirîne. Romanên ku coşa jiyana rastîn di nav xwe de ava dikin bi ser dikevin. Nivîskar her çiqas bi mijar û dîtinên xwe, nivîskarê dema xwe bin bi nêrîn û asoya xwe afirînêrên dema xwe ne jî. Şêrzad Hesen, bi vegotineke ku wan xalên girîng yên ku ji romaneke serkeftî re divên li bejn û bala romana xwe kiriye û eyb û şerma ku bes di nav hevalan de dimîne kiriye mijara xwe. Jineke Xinanî bi vegotina xwe ya şeng û şox xwe li tiştên mezin qerase nake, lê bi sadebûna xwe tiştekî mezin diafirîne. Weke ku E. M. Forster dibêje: Dîroknûs dinivîse, romannûs diafirîne. Hesen, bi riya êşa takekesekî nirxeke makro diafirîne. Bi vê nêrîn û şêwaza xwe betan diqelêşe û bi pey çîroka aşiqekî windayî dikeve.

Ev ne tiştek nû ye. Di 1774ê de nivîskarê elman yê navdar Goethe romaneke piçûk nivîsand. Ev romana bi rûpelên xwe piçûk, bi coşa xwe ya mezin pêşî li Elmanyayê pişt re jî li hemû cîhanê bandorek mezin kir. Goethe hinek ji jiyana xwe hinek ji jiyana hevalekî xwe û hinek jî fîktîfa bi dest û hişê xwe berhema xwe ya bi navê “Êşên Wertherê Ciwan” afirand. Di vê romanê de Wertherê ku ji xirecira bajarê xwe direve û xwe dispêre xwezayê dil dide Lotteyê. Lê belê Lotte destgirtî ye. Lotte pêşniyara Werther napejirîne û bi sedaqet tevdigere. Vê bersiva wê ya neyênî êşa/işqa Werther zêdetir dike. Werther diçe daweta Lotteyê û heta jê re gûstîlk jî distîne. Vegotina Êşa Werther bi riya nameyan tê vegotinê. Bi nameyên di navbera Werther û Wilhelmî de. Di dawiya romanê de Werther debar nake û ji ber vê êşa/işqa xwe ya yekalî xwe dikuje. Ev roman û dawînk bandoreke mezin li der û dora xwe û piranî jî li ser xwendekarên ciwan kir. Şobeyek dest pê kir û ciwan jî li ser rêça Werther çûn. Kincên ku li xwe dikirin di rengê kincên Werther de bûn û heta pirtûkê dixistin berîka xwe û întixar dikirin.  Romana Şêrzad Hesenî ya ku ji soranî ji aliyê Besam Mistefayî ve li kurmancî hatiye wergarandin bi hin xalên xwe li ser rê û rêçika şopa Jana Wertherê Goethe ye. Lê ez dikarim bi dilrihetî bêjim ku Jinek Xinanî bi vegotina xwe û bi coşa xwe ji Jana Wertherê Ciwan ne kêmtir e. Roman, bi gotina vebêjer ya “Ev demek e, di ser sî salî re ye ev çîrok di xeyala min de ye. Her carê bi cureyekê dinivîsim… Bi dehên caran min destpêk û dawiya wê guherandiye.” dest pê dike. Bi vê destpêkê baweriya me bi edebiyatê tîne û nîşan dide ku her wekî Tolstoy (ku Herb û Sulha xwe 7 caran ji nû ve nivîsandibû) wî bi xwe jî bi dehan car romana xwe jî nû ve nivîsandiye. Sê heval li ser banekî bilind rûniştine û reqîna wan e vedixwin.

Qesabê kalemêr dengê êşa dil dibihîze û ew jî tevlî wan dibe. Di dawiya temenê xwe de tobe û îstixfara xwe xera dike û piyaleyek araqê ji wan dixwaze. Xalê Memo, Vebêjer, Ebe û Şiwan. Şiwan, kurê Xalê Memo ye û wek destbirakê bavê xwe xuya dike. Ji bo qelaştina betan ev bi xwe jî pirr girîng e.

Nivîskarên kurd, weke ku lehengê Ez ê Yekî Bikujim û Lehî ya Firat Cewerî Temoyî jî digot her xwe li tiştên mezin qerase dikin. Çi digot Temoyê ku em bibîr bînin: “Ew li ser yên weka min nanivîsin. Ew rewşa min nabînin, piçûk dibînin, xwe li tiştên mezintir radikşînin”. Şêrzad Hesenî, betanê vê nexweşînê qelaştiye û êşa takekesê piçûk nivîsandiye. “Ecêb e, kesek ku di jiyana xwe de wan hemû meh, bizin û çêlekan di nav xwînê bigevizîne, ewqasî û bêtir jî ji bona evîneke hema hema, demkî û tesadufa hewes û şehwetekê; xeyaleke kor û kujer ew hemû xwîn ji dilê wî birije, ew hemû rondik… bi qasî xwîna wan meh, bizin û lawirên ku di jiyana xwe de ser jê kirine.” Vebêjer bi pey çîroka qesabê kalemêr dikeve. Bi wî dide vegotin. Xalê Memo ji ber ciwanî û xweşikiya jinên xinanî dîn dibe, goşt bi erzanî û belaş dide wan. Dizane ku kîjan jin çi difikire û çi dixwaze. Weke lehengê fîlimê “Jin Çi Dixwazin” yê Nancy Meyers e. Vebêjerê ku ew bi xwe jî dilwêran e êşa xwe vedişêre û bi pey êş û rondika qesabê kalemêr dikeve.

...

Şêrzad Hesen di Jineke Xinanî de derew û rastiyê bi heqîqet, xeyal û xweziyên dil ve ristiye. Belkî bi vê romanê şobeyek işq û întixarê dest pê neke lewre şobaya kurdan mixabin jixwe mirin û kuştin e, lê belê Jineke Xinanî dê li deriyê dilê xwendekarên xwe bide û tepetepa dilê wan zûtir û zêdetir bike.

Hamid Omerî, Taraf Kitap, 12.0102012, kulturname.com



Kapat
UA-179024399-1