E-posta : Şifre : Yeni üye | Şifre hatırlatma
avesta yayınevi
Arama :
upArrow
sepetSepetiniz

Jorge Luis Borges

Di 1899an de li Buenos Aires (Arjantîn)ê ji dayik bû. Ji biçûkaniya xwe de şeydayê
xwendinê bû. Di 1914an de, dema ji ber xerabûna çavên bavê wî malbata wî çû Cenevê
(Swîsreyê) cem diktor, cenga cîhanê a yekemîn dest pê kir û tevî malbata xwe
çarneçar li Ewropayê man heta 1922an. Mayîna wî ya li Ewropayê hesreteke mezin a bo
welatê wî xist dilê wî û dema vegeriya hişt ku bi awayekî rasttir bajarê xwe, Buenos
Airesê, bibîne. Piştî vegerê bajarê wî bû kaniya çîrok û fanteziyên wî û tesîra xwe
li ser afirandinên wî kir. Di 1945an de çavên wî jî wek ên bavê wî xera bûn û êdî
nema dît. Borgesê ku misêwa xeyal dikir ku biheşt jî bi awayekî ji awayan
kitêxaneyek e, piştî heyamekê bû gerînendeyê Kitêbxaneya Netewî a Arjantînê. Berev
dawiya temenê xwe terka welatê xwe kir û çû li Swîsreyê bi cî bû. Miameleya ku vî
welatî bi xerîban û penaberan re kiribû hîç ji bîra wî neçûbû. Li vir fêrî
berbihêriyê (toleransê) bûbû. Di 1986an de li vî welatê ku zemanekî lê gelekî şa
bûbû koça xwe ya dawî kir.
J.M.Coetzee derheqê wî de dibêje : “Wî ji her kesî bêtir zimanê aşopê (fiction)
nûjen kir û bi vî awayî rê li ber nifşekî giranbuha ê romannivîsên Amerîkaya
Spanyolî vekir.”
Paul Auster jî girîngiya vî nivîskarê ku bandoreke mezin li ser gelek nivîskarên pey
xwe kir wiha bi lêv dike: “Pirr zehmet e ku mirov karibe edebiyata sedsala bîstan
bêyî wî bifikire.”

Avesta Yayın evinde bulunan kitapları


Müşteri hizmetleri | Alışveriş koşulları | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Şehit Muhtar Mahallesi, Sakızağacı Cad. Öğüt Sokak No:7
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com



Bu sitedeki tüm fotoğraf ve metinlerin kullanım hakkı saklıdır.