E-posta : Şifre : Yeni üye | Şifre hatırlatma
avesta yayınevi
Arama :
upArrow
sepetSepetiniz

Hoşeng Osê

Helbestvan, nivîskar û rojnamevan e. Di 5/1/1976ê li bajarê Dirbêsiya Binxetê, rojavayê Kurdistanê, hatiye jiyanê. ji sala 2000î û vir de xwe ji nivîsandinê re vala kiriye û bi zimê kurdî û erebî dinivîsîne. Nivîsên wî yên bi erebî di gelek rojnameyên navdar yên cîhana ereb de belav bûne, weke: Elhayat, Elşerq-elewset, Elereb, Elqudus-elerebî, Elmusteqbel, Elkhlîj...
    Nivîsên wî yên bi kurdî di gelek rojname û kovaran de derketine, weke: Azadiya Welat, Basnews, kovara W... hwd. Karê rojnamegeriyê di kovara “Sorgul” û “Roj Tv” de kiriye. Endamê PENa Kurd, PENa Flaman (Belçîka), PENa Navnetewî ye. Endamê yekîtiya nivîskar û yektiya rojnamevanên Sûriyê ye. Gotar û nivîsên wî hatine wegerandin bo ingilîzî û tirkî û di rojnameyên weke Radîkal, Günlük û Eljezîre turk de hatine belavkirin.Helbestên wî bo holandî, ingilîzî û fransî hatine wegerandin.
    Di dawiya sala 2008an de û ji ber nerîn û nivîsên wî hêzên ewlekariya rêjîma Sûrî avêtin ser mala wî û xwestin wî bigrin lê ne li malê bû, piştre ji Sûriyê reviya Tirkiyê, di havîna 2010an berê xwe da Yewnanistanê û ji wir jî çû Belçîka. Ji 2010an li Belçîka dijî.
    Berhemên wî:
    - Ji evînê re pêxember e... ji birînê re perdekeştiye (Helbest, erebî, 2001)
    - Rewagotinên şîn (Helbest, erebî, 2004)
    - Dara sawêrên tî (Helbest, kurdî,  2006)
    - Gotinên ku şehîd ketine (Helbest, erebî, Semakurd, 2009)
    - Şopa xezalê û rojnivîsên pezkoviyekî (Helbest, kurdî, Dihok, 2012)
    - Gerdeniyên ji agirê gunehbar (Helbest, erebî, Amman, 2016)
    - Bargiraniyan Baweriyê: aloziya pirsê û dilbijokiya xeyalan (Roman, erebî, Bêrûd, 2016)

Avesta Yayın evinde bulunan kitapları

Fincana Jehrê##Ji rojnivîsên şervaneke winda Fincana Jehrê
Ji rojnivîsên şervaneke winda
  13 TL

Müşteri hizmetleri | Alışveriş koşulları | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Şehit Muhtar Mahallesi, Sakızağacı Cad. Öğüt Sokak No:7
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com



Bu sitedeki tüm fotoğraf ve metinlerin kullanım hakkı saklıdır.