E-posta : Şifre : Yeni üye | Şifre hatırlatma
avesta yayınevi
Arama :
upArrow
sepetSepetiniz

Richard M. Dorson

(1916-1981). Profesorê folklor û dîrokê ye. Di sala 1916an de li New York City ji dayik bûye û ji Harwardê 3 derece sitandine; ya bakelorya di 1937an, ya Lîsansa Bilind ya dîroka Amerîka di sala 1940î, û ya doktorayê di Dîroka Şaristaniya Amerîka da di sala 1943an de wergirtiye. Di sala 1952an de wî li zanîngeha Northwestern beşa antropolojiya çandî jî xwendiye. Ji sala 1953an pê ve bo wextekî edîtoriya Kovara Folklora Amerîkî (The Journal of American Folklore) kiriye. Teza wî ya doktora ku li ser efsane û çîrokên popular ên New Englandê ên ji çavkaniyên çapkirî di sala 1943an de bi navê Jonathan Draw the Long Bow” hatiye çapkirin. Dorson li başûrê Michigan û başûrê Arkansasê di nav civakên reşikan de û her weha li qeraxa Mainê lêkolînên saheyî jî kirine ku bûne bingeh ji van pirtûkên wî re; Bloodstoppers and Bearwolkers, 1952; Negro Folktales in Michigan, 1956; American Folklore, 1956. Dorson di navbera 1956-57an de wek Profesor li zanîngeha Tokyoyê dersan dide di encamê de jî di sala 1962an de pirtûka bi navê Folk Legends of Japan di weşênê. Di sala 1957an de dibe serokê “bernameya folklorê” ya Zaningeha Indianayê. Di sala 1963an de, wexta li zanîngeha Indiana Enstîtuya Folklorê hatiye damezrandin ew dibe gerînendeyê pêşî yê enstîtûyê. Di sala 1978an de jî dibe serokê pêşî yê beşa Folklorê. Dorson wek “bavê folklora Amerîkî” jî tê binavkirin. Dorson di warê folklorê de bi sedan gotar û bi dehan pirtûk nivîsandine. Hinek ji pirtûkên wî ev in; American Folklore and the Historian, 1961; Folklore Research Around the World: A North American Point of View, 1961; Folklore and Folklife: An Introduction, 1972; Folklore in the Modern World, 1974; Folklore and Fakelore: Essays toward a Discipline of Folk Studies, 1976. Serokê beşa Folklorê ya Zanîngeha Indiana (Bloomington, Indiana, U.S.A) bû. Richard M. Dorson di sala 1981ê de li vir jiyana xwe ji dest dide.

Avesta Yayın evinde bulunan kitapları


Müşteri hizmetleri | Alışveriş koşulları | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Şehit Muhtar Mahallesi, Sakızağacı Cad. Öğüt Sokak No:7
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com



Bu sitedeki tüm fotoğraf ve metinlerin kullanım hakkı saklıdır.