E-posta adresi: Şifre :
avesta yayınevi

sepetSepetiniz | Satınalın
Fewzî Bîlge

Di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya perwerdahiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Piştî wê koçî Stenbolê kirine û di 1978an de li Unîversîteya Stenbolê beşa edebiyatê, Unîversîteya Marmarayê beşa zanistiyên civakî jî di sala 1987an de qedandiye. Demdemî jî di ajansên girafîkî de xebitiye.
Ji wêjevanekî bêtir weke wenesaz tê naskirin û hezkirin. Wî li çar aliyên welêt ser 30 pêşangehên takeserî û bi dehan yên hevbeş li dar xistiye. Şeş-heft sala di navêndên çand û hunerî de di gelek beşan de, taybetî jî di beşên hunerê şêwekarî de berbirsiyarî girtiye. Gelek nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Gûneşî, Jiyana Rewşen, Kevan, Çirûsk, Kovara W, Tîroj, Evrensel û wd de hatine weşandin.
Çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya hunerên şêwekarî “Soresor”ê de gelek şagirt gihandine.
Kitêbên wî yên hatine çapkirin
- Jidilara (W. Sî, 2002)
- 29+1 (W. Belkî, 2005)
- Dîn in (W. Belkî, 2006)
- Qahpikên kuçeyan (W. Belkî, 2007)


Müşteri hizmetleri | Alışveriş koşulları | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Avesta Kitabevi, Ekinciler Caddesi, Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel-Fax: (0412) 223 58 99
Hüseyin Ağa Mahallesi, Sakızağacı Cad. Öğüt Sokak No:7
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: info@avestakitap.com




Bu sitedeki tüm fotoğraf ve metinlerin kullanım hakkı saklıdır.