E-posta adresi: Þifre :
avesta yayýnevi

sepetSepetiniz | Satýnalýn
Emînê Evdal

Carna ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovêt, ya salên 30emîn re dibêjin 'wêjeya sêwiyan', ji ber ku kesên li sêwîxanan mezin bibûn di damezrandina wê wêjeyê de roleke hêja lîstin. Emînê Evdal yek ji wan bû.
Emînê Evdal sala 1906an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya Rûsya û li wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla Sîpkî hebûn.
Salên Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma Reþ bifilitin êzdiyên Serhedê giþk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn. Dîsan jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike.
Çi ku ji destê Roma Reþ, çi ji birçîbûn û nexweþiyan, ji malbeta mezin Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne.
Piþtî ji sêwîxanê sala 1924an derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav mirovên xwe, lê piþtî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ku wî di sêwîxanê de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek, Qundaxsaz û Karvansere dest bi mamostatiyê dike.
Ji sala 1926an ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê wî texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931ê dikeve fakûltêta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê.
Wan salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina zanîngehê re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya Piþkavkazêye Kurdî de mamostatiyê dike, di rojnama 'Riya Teze' de dibe sekreterê berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên destpêka karên zanyarî, nivîsara þiîr û çîrokan.
Wan salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal beþdarî amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933an heta 1936an ew usan jî kitêbên 'Zimanê kurmancî' ji bo komên çaremîn, pêncemîn û þeþemîn amade dike, 'Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê' û 'Mêtodîka Zimanê Kurmancî' dinivîse û çap dike. Bi çend kesan ve "Xebernema Fileyî-Kurmancî' û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê Heciyê Cindî ve 'Folklora Kurmanca', vê kitêba di dest we de çap dike.
Sala 1932yan ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike. Ew berevok berê bi kurdî, paþê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe. Lê sala 1935an yekemîn bervoka þi'rên xwe çap dike ku bêtirî wan ji bo zarokan bûn.
Piþtî temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala 1944an têza doktoriyê bi mijara "Jina kurd di malbeta arkayîk de ser bingehên matêryalên netewenasiyê û folkloriyê" temam dike û dibe doktorê dîrokê.  
Sala 1959an li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê beþa Rojhilatzaniyê tê damezirandin, ku kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta dawiya jiyana xwe E. Evdal li wî beþî kar dike û bi gelek gotarên zanyarî re tevayî van kitêban çap dike; 'Tole hildana xwînê di nav kurdan de û bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê', 'Deba kurdên Ermenistana Sovêtiyê', 'Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala XIX de', 'Deba kurdên Piþkavkazê', 'Xebernama kurdiye rastnivîsandinê.'
Çiqwas jî piþtî sala 1937an dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji sala 1945an di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo xwendina zimanê kurdî amade dike û çap dike, beþdarî perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî dibe.
Ji ber ku Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn þi'r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka wî "Casim û Tosin" sala 1924an çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe ji nû ve fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê dike.
Salên 30emîn bi þi'ran re tevayî, E. Evdal usan jî çend destanên kurdî yê gelêî (Memê û Zînê, Zembîlfroþ)  vediguhêze û raberî xwendevanan dike.
E. Evdal gelek kitêbên þi'r û poêman çap kirin, piraniya wan usan jî bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, 'Gulîzer' beþa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-þano amade kiribû û bi radiyoyê dihat belav kirin.
Emînê Evdal 22ê meha Îlonê sala 1964an çû ser dilovaniya xwe. Çawan zanyar, nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîþt. (Tosinê Reþîd)


Müþteri hizmetleri | Alýþveriþ koþullarý | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Avesta Kitabevi, Ekinciler Caddesi, Nurlan Apt. Giriþ Katý No: 2
Ofis / Diyarbakýr
Tel-Fax: (0412) 223 58 99
Hüseyin Aða Mahallesi, Sakýzaðacý Cad. Öðüt Sokak No:7
Beyoðlu / Ýstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: info@avestakitap.com




Bu sitedeki tüm fotoðraf ve metinlerin kullaným hakký saklýdýr.