E-posta adresi: Şifre :
avesta yayınevi

sepetSepetiniz | Satınalın
Dîlber Hêma

Di sala 1981ê de li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê xwend. Niha li Zanîngeha Anadolu, Fakulteya Hîndekariya Ji Derve (Açıköğretim), Beşa Berêweberiya Gelemper dixwîne.

Helbestvan Dîlber Hêma:
“Dixwazim hewara nîvcomayî ya Medûsayê biqîrim!..”


Dîlber Hêma yek ji wêjevanên nifşên nû ye ku bi riya helbesta kurmancî hest û ramanên xwe radixe ser pelên kaxezan. Helbestvana ciwan a Qoserî nêzîkî 10 sal in ku di nava edeba kurdî de ye. Çendek berê berhema wê ya yekem bi navê “Medûsa”, li Stenbolê ji nav Weşanên Avestayê, wekî “Rêzepirtûka Şahmaranê” ronahî dît. 

“Medûsa ji helbestên min ên 8-9 salan pêk hatiye” dibêje Dîlber Hêma. Pirsa min a bi rengê; “Çima Medûsa?” bi nazikî û henûniya helbestvanekê wiha dibersivîne: “Medûsa; jineke pir xweşik, lê pir hatiye çewisandin. Ji hêla hemcinsa xwe Athena ve hatiye lanetkirin. Rûbirûyî komployan hatiye. Sedem jî zilamek e: Phoseîdon… Ez gelek di bin bandora 'Efsaneya Medûsayê' de mame.”

Bandoreke wisa ku dibe sedema van gotinan: “Qêrîna Medûsayê ku di cihekê de asê û nîvco maye, dixwazim biqîrim. Ji ber vê yekê navê kitêba min Medûsa ye…”

Dîlber Hêma kitêba xwe bi sê beşan diyariyê me dike:  MED+Û+SA. Dixwazim ku van beşan rave bike, texsîr nake û dibêje:

MED: Welat e. Welatê min. Helbestên li ser welat hatine nivîsandin.
Û: Însan, valahî, her cure haletî rûhiyeya însên.
SA: Zindiyên din ên ji bilî mirovan. Sewal û giyanewer. Her tiştê têkildarê jiyanê.
...
Fermo hûn û gotûbêja bi Dîlber Hêma re…

Salihê Kevirbirî: Dîlber Xan di serî de dixwazim tu behsa serpêhatiya xwe ya kurdî/kurmancî bikî; yekem car te kengê dest bi nivîsandinê kir, di nav şert û mercên çawa de te destpê kir?
Dîlber Hêma: Mixabin jiyana min a nivîsandinê ne bi zimanê kurdî lê bi zimanê tirkî destpê kir.  18 salî bûm dema min bi zimanê tirkî dinivîsand. Helbet sedemên tirkînivîsandinê eyan û berbiçav in. Her kesê li vî welatî dijî, dizane ku nivîsandina bi zimanê kurdî rastî astengiyên dijwar hatiye û hê jî tê. Helbet perwerdehiya bi zimanê tirkî ku mecbûrî ye, yek ji sedemên bingehîn e ku min sereta bi wî zimanî nivîsand. Lê tiştekî balkêş jî ew bû ku li devereke wekî Qoserê (Qiziltepe), di nava malê de dayîka min bi tirkî bi min re diaxivî…

Qey diya te tirk bû?
- Na!.. Dayîka min kurd bû helbet... Lê bi min re bi kurdî qise nedikir. Ez zaroka herî biçûk bûm. Bawer im ji ber vê yekê dixwest bi tirkî qise bike. Bi rastî jî balkêş e, li devereke wekî Qoserê, di nava malê de û axaftina bi zimanê tirkî… Xwarzî-birazî jî dikarim bibêjim ku bi tirkî mezin bûn. Lewre gelek caran min diya xwe sûcdar kiriye. Çima, ji bo çi zimanê tirkî…

Malbata te li derdorê çawa tê naskirin? Wekî ber, eşîr, malbat?
- Bavê min şêx e ango “Şêxî” ye. Lê bavekî li derveyî regezên şêxîtiyê ye, wê kevneşopiyê nadomîne. Birayê min ê herî mezin çar sal û nîv temenê xwe di zindanê de bihurand.      
Êş û azarên van salan û çûnûhatinên ber deriyên zindanan û bendewarî gelek bandor li me dikir ku em hay ji kurdbûn û nasnameya xwe hebin.  Yanî serê pêşîn kurdbûn hebû û paşîn nivîsandina bi kurdî.
 
Baş e. Ez dîsa vegerim ser pêvajoya nivîsandinê… Dema yekem ku te destpê kir û bi zimanê tirkî helbest nivîsandin, li hin deveran hatin weşandin an na?
- Helbet!.. Wê demê li Qoserê bes bi tenê rojnameyek derdiket ku navê wê “Perspektif” bû. Yekem helbesta min a ku di wê rojnameyê de derket, wekî niha li bîra min e: “Peçelî Toprak” (Axa Birûpûş). 

Zanîna ku ez dizanim, piştî 18 saliyê hevnasiya te bi derdoreke kurdî/kurdewar re çêdibe. An ez şaş im?..
- Na, rast e!..  Min di destpêkê de behsa diya xwe kiribû ku bi min re bi zimanê tirkî dida û distand. Lê li hêla din kurdiya me jî hebû. Em ji kurdî ji binî ve ne-mehrûm bûn. Bavê me bi me re bi kurdî diaxivî. Li derdorê kurdî her di guhê me de bû. Li hêla din, eleqeya min li ser çand-huner-edebê hebû. Bes tiştên me dixwendin, bi zimanê tirkî bûn.
Wekî te jî kerem kir, piştî ez bûm 18 salî û pê ve, êdî min derdoreke kurmancîaxêv/kurmancînivîs/ kurmancîfikar hebû. Kesên ez di civata wan de bûm, rabûn û rûniştina wan serdanpê bi kurdî bû. Wan deman jiyana min kete nava merhaleyeke nû. Pêvajoya kurmacîaxêv û kurmancînivîsandina min her ew pêvajo ye.

Sal?..
- Hema bêje sala 1998 bû…

Wê salê te dest bi nivîsandina kurdî kir. Nivîsên te nivîsandin, çend ji wan jî hatin weşandin. Kovara “Kevan” li bîra min e ku min bixwe yekem car navê “Dîlber Hêma” li wir dît.
- Di sala 2002-yan de helbesta min a bi navê “Nepeniya Bêperde” di hejmara 1-em de; helbesta bi navê “Pinpinîkên Hişk-kirî” di hejmara 3-yem a kovara Kevanê de derket ku li ku li Mersînê dihate weşandin. Hema di wan deman de, ne şaş bim di adara 2002-yan de bû, helbesta min a bi navê “Mizgînxêrkê” di Rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin.

Di vî warî de kesên piştgir hebûn ji bo te? Bi gotineke din kî û kê bûn ew kesên “kurmancîaxêv /kurmancînivîs/kurmancîfikar” ên li derdora te?
- Civateke me hebû wê demê. Em li sendîkaya mamosteyan Egitim-Senê diqesidîn. Me li wir qesta hev dikir, em li hev diciviyan. Wekî nav Rênas Jiyan û Yaqob Tilermenî hebûn ku ez di bin bandora wan de mam. Danûstandinên vê civatê her bi kurdî bû. Dabaşên mijarên me li ser edebiyat, huner û çanda kurdî bû. Civateke xweş û geş bû bi rastî. Carcaran Îrfan Amîda ji Mêrdînê dadiket Qoserê, em li ser helbest û edebiyatê diaxivîn. Niha mirov bêriya wan civat û caqiyan dike…

Tarifa helbestê li ba Dîlber Hêma çi ye? Ji bo çi helbest. Ji bo te helbest xwediyê wateyên çawa ne?
- Kurt û kurmancî; helbest ji bo min “jiyaneke rengîn e”. Helbest bi  ya min “lingê jiyanê” ye. Ya ku jiyanê li ser lingan dihêle, helbest bixwe ye. Helbest “qam û qidûmê jiyanê” ye… hem ling e, hem mil e. Helbest ji bo min deşîfrekirina xewn û xeyalan û vekirina deriyên binhiş û paşxaneyan e. Û hilberîna lêgerîna wateyên nû ye. Nimûne; hilweşandina fikrên ku di malan de hatine kedîkirin; serîrakirina li hemberî pergala baviksalariyê ye…

Car heye ku helbest dikeve xewna te?
- Belê çawa!.. Çavkaniya çend helbestên min xewnên min bixwe ne. Car hebûye ji xew hişyar bûme, rabûme min dest avêtiye kaxez û pênûsê û dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Hêmayên xewnên min, paşê bûne hîm û bingeha helbestên min. Helbest ji jiyana min derxin, wê beşek ji laş û jiyana min kêm bibe. Ezê bibim xwediya jiyaneke “kêmendam”. Divê mirov afirîner û hilberîner be. Di vî warî de mirov xwe berpirsiyar hîs dike. Lewre jî ez hewl didim berpirsiyariya xwe, bi afirenêriya helbestê pêk bînim.

Kes hene ku di warê derbirîn û îfadekirina di nava civakê de xwe baş nikarin bidin fêmkirin. Lewre jî bi rêgeya nivîsandina helbestê hewla xweîfadekirinê didin. Ji bo te jî wisa ye an?
- Siheta te xweş, eynî wisa ye!.. Ez bixwe jî gelek caran tiştên ku dixwazim di nava civatê de bînim ziman nikarim pêk bînim. Lewre jî serî li helbestê didim. Jixwe xwe bi zeliqandin û israra bo helbestê ji ber vê sedemê ye. Gelek caran mirov ditengije xwe bi kesê li hember bide pejirandin. Mirov di warê parvekirinê de astengiyan dikişînin. Lewre bi riya helbestê parvekirina tê xwestin, pêk tê. Di rastiya xwe de ev, veşartineke din a kesayetiyê ye. Bi ya min kesayetiya heyî tiştek e, kesayetiya helbestê tişteke din e…

Tu bixwe kesayetiya xwe bi helbestê didî der?
- Belê belê!.. Ez bi helbestê kesayetiya xwe didim der. Ji ber ku tu bi awayeke tevahî û kemilandî nikarî kesayetiya xwe bidî pejirandin. Lewre kesayetiya rasteqîn li gorî bîr û baweriya min, kesayetiya helbestê ye.

Gava tu dest bi nivîsandina helbestê dikî, dikevî nava “haletî rûhiyetek”e çawa? Bo nimûne; tu xwe ji derdorê-jiyanê dişoyî an li dorhêla te bi milyonan kes hebin ne xema te ye, an jî dixwazî derî-pencereyên xwe mifte bikî? 
- Di rewşeke wisa de kitêb li dora min hebin bes e. Gava ez dest bi nivîsandina helbestê dikim, çavên xwe li odeyeke tije pirtûk digerînim. Divê ez li wê odeyê tenê bim û bêdengiyek li dar be. Her wiha divê guhên min li ser muzîkê be û aramî hebe. Kitêb û muzîk hebe, helbestnivîsandina min hêsantir dibe.
Gelek kes hene dibêjin; “’îlham”. Ez bi “îlham” nanivîsim. Ev hêma li ba min tuneye. Carinan wêneyek, carinan stran/kilamek dibe îlhama nivîsandina min. Bi ya min îlham, êşandina mejî ye. Mesela ez li her derî nikarim binivîsim. Bi awayeke din bibêjim; gava zarok diwelide dayîk çawa diêşe, bi ya min dema mirov helbestekê diafirîne, divê êşê bikişîne.. Gava ez bixwazim helbestekê binivîsim, beriya her tiştî ji helbestvanên cihê cihê 3-4 helbestan dixwînim.

Car bo te hene ku ji bo nivîsandina helbestekê “10 caran” kaxezan biçirînî biavêjî?
- Demên wisa pir çêdibin. Jixwe divê mirov kaxezan biçirîne biavêje. Ji bo rûpeleke nû tu binivîsî, divê tu rûpelan biçirînî. Gelek caran tiştên ewil têne nivîsandin, ne yê daqurtandinê bin û bi serê te nekevin helbet divê bêne çirandin û avêtin. Ji ber ku ew “reşnûs” bixwe ne. Ez bixwe ne tekûzperest im û deh caran kaxezan naçirînim/navêjim. Lê belê ji bo nivîsa min bi dilê min be, pêwîst be ezê bibim “qesasê” kaxezan…

Herçi kurdî, herçi biyanî di warê helbestê de “delalên ber dilên te” kî ne?
- Delalên ber dilên min; Rimbaud, Bachmann, Baudelaire, Mayakovskî, Anna Ahmatova, Lîna Salamandra, Sylvia Plath, Edîp Cansever, Cemal Süreya, Ece Ayhan, Küçük İskender, Murathan Mungan, Enis Batur, Furûx. Di helbesta kurdî/kurmancî de Cegerxwîn, Ehmed Huseynî, Arjen Arî, Feqiyê Teyran…

Ji nifşên nû?..
- Rênas Jiyan û pirtûka wî “Janya”, “Şopa Neşûştî” ya Îrfan Amîda, Kejal Ehmed. 

Bîr û boçûnên te li ser helbesta kurdî ya nûjen ango modern bi çi rengî ne? 
- Helbesta modern di serî de xwediyê honandineke azadiyane ye. (Di helbesta modern de watezanî, zimanzanî û helbestzanîyeke bi rêkûpêk heye. Vegotineke hundirîn a mirovê parçebûyî dinimîne. Lêgerîna hêmayên hebûna nû ye. Bi van hêlên xwe ji helbesta klasîk vediqete. Ji ber ku sînorên di klasîkbûnê de hatine danîn, bi zanebûn tên hilweşandin. Îcar helbesta kurdî ji vê hêlê ve cudatiyeke wê ji helbesta cîhanê heye. Hin helbestvan ne tê de, bi gelemperî helbesta kurdî ya ku berê wê li modernbûnê ye, pişta xwe bi zexmî daye helbesta kevn. Lê bi hêvî me ku helbestên tên nivîsandin/bên nivîsandin dê bi hêsanî têkeve qada bezandinê ya helbesta cîhanê.

Kurd nanivîsin. Nexasim jinên kurd ku dinivîsin wekî tiliyên destan kêm in. Derbarê vê yekê de fikra te çi ye?
- Ne tenê di nava kurdan de, her wisa li tevahiya cîhanê rêje û asta pênûsa jinê kêm e. Helbet sedemên vê yekê gelek in. Lê astengiyên li ber derbirina fikir û ramanê, kêmbûna demokratîkbûyînê, mixabin ji mêran bêhtir bandora xwe li ser jinan dike. Di şertên wisa de jin dê çawa binivîse. Di nav civakên rojavayî de rewş hinek baştir e. Lê di nav rojhilatiyan de, di warê dabaşa mijarê de rewşa jinê kambax e. Kurd jî ji ber ku yek ji neteweyên rojhilatî têne hesibandin, rewşa heyî rewşeke karesatî ye.
Her çiqas kêm be jî, di demên dawî de di nav jinên kurd de pênûsên xurt derketine pêş. Piraniya wan jî helbestvan in. Hêvî ew e ku hejmara wan zêde bibe…

Naxwe di pêvajoyeke wiha de, rêzepirtûkên jinan ku Weşanxaneya Avestayê bi navê “Şahmaran” pêşkêşî dêhn û bala edebiyathezên kurd dike şayanê pesindanê ye. Ez bixwe wiha difikirim. Di bin vê banê de heta niha 15-16 pirtûkên jinên kurd hatin weşandin. Wisa xuya ye di demek enêz de ev hêjmar dê derkeve 20-î…
- Belê bi rastî jî ev xizmet, xizmeteke pesindanê ye ku Weşanxaneya Avestayê daye ber xwe. Ev yek dê rê li ber jinên kurd veke. Bi  ya min xebatên wiha dikin ku jin pênûsa xwe ya rengîn ku li “qul û qewêran” veşartine, derxin holê. Jixwe kitêba min ji berê de amade bû. Lê min bixwe nedixwest weşanxaneyeke din çap bike. Ji ber ku min pir qedir û qîmet da “Rêzepirtûkên Şahmeran”. Ez serfiraz im ku pirtûka mim “Medûsa” di nav vê rêzê de ronahî dît.

Salih Kevirbirî, www.netkurd.com,

Şair Dîlber Hêma:
“Medusa’nın yarım kalan çığlığını tamamlamak istiyorum!..”


Yeni nesil Kürt edebiyatçılarından Dîlber Hêma, Kürtçe şiir yoluyla duygu ve düşüncelerini kitaplaştırdı. 1981 Mardin-Kızıltepe doğumlu olan genç şair 10 yıla yakın bir süredir Kürtçe edebiyatla haşir neşirdir. Kısa süre önce ilk kitabı olan “Medûsa”, İstanbul’da Avesta Yayınlarının “Şahmaran Dizisinden” çıktı.
Medûsa’daki şiirlerim 8-9 yıllık şiirlerimden oluşuyor” diyor Dîlber Hêma. “Neden Medûsa?” sorumu bir şairin kibarlığı ve samimiyetiyle şu şekilde yanıtlıyor: “Medûsa; çok güzel bir kadın, ama fazlasıyla ezilmiş. Athena tarafından lanetlenmiş. Komplolara maruz kalmış. Sebebi de bir erkek: Phoseidon… ‘Medûsa Efsanesi’nin çok etkisinde kaldım. Bir yerde kapalı ve yarım kalan Medûsa Çığlığını, çığırmak istiyorum. Bu nedenledir ki kitabımın adı Medûsa’dır…”
Dîlber Hêma kitabını bize üç bölümde sunuyor: MED+Û+SA.
“MED: Ülkedir. Benim ülkem. Benim ülkem üzerine yazılan şiirler.
Û: İnsan, boşluk, insanın her çeşit haleti ruhiyesi.
SA: İnsan dışındaki diğer canlılar. Hayvanlar ve canlılar. Yaşamla ilgili her şey.”

Kürtçe macerasından ve o dönemin şartlarından bahsetmesini istediğimde şunu diyor:
“Maalesef yazı yaşamım Türkçe’yle başladı. 18 yaşındaydım Türkçe yazmaya başladığımda. Elbette ki Türkçe yazmamın sebepleri çok açıktır. Bu ülkede yaşayan herkes bilir ki, Kürtçe’yle yazıldığında birtakım sorunlarla karşılaşılır ve halen de karşılaşılıyor. Elbette ki zorunlu olan Türkçe eğitim, başlangıçta Türkçe yazmamın en önemli sebeplerinden bir tanesidir. Ama ilginç olan şudur ki Kızıltepe gibi bir yerde annem evin içinde benimle Türkçe konuşuyordu.  Annem Kürt’tü ancak benimle Türkçe konuşuyordu. Ben evin en küçük çocuğuydum. Sanırım bu yüzden benimle Türkçe konuşmak istiyordu. Gerçekten ilginçtir, Kızıltepe gibi bir yerde, evin içinde ve Türkçe konuşulması… Yeğenler de aynı şekilde Türkçe’yle büyüdüler. Bu nedenle çoğu kez annemi suçlamışımdır.”

Babası şeyhdir ya da şeyhzadedir. Ancak şeyhlik kaidelerinden uzak biridir, o geleneği sürdürmüyordur. En büyük ağabeyi 4,5 yıl ömrünü hapiste geçirmiş. O yıllardaki acılar, hapishane kapılarına gidiş gelişler ve bekleyişler evin çocuklarını büyük bir etki altında bırakıyormuş  ki kendi Kürtlüklerinden ve kimliklerindan haberdar oluyorlardı.

Şair Hêma “İlk yazmaya başladığında ve Türkçe’yle şiir yazdığında bir yerlerde yayınlandı mı?” şeklindeki soruma şu yanıtı veriyor: “Tabii ki!.. O zamanlar Kızıltepe’de ‘Perspektif’ adıyla çıkan bir gazete vardı. Orda yayınlanan ilk şiirimin adı  bugün gibi aklımdadır: Peçeli Toprak.”   

18 yaşlarında Kürtçe/Kürdice bir çevreyle tanışıyor. Her ne kadar annesi onunla sürekli Türkçeyle konuşuyorsa da, o tümüyle Kürtçe’den mahrum değildir. Babası onlarla her zaman Kürtçe konuşuyordur. Çevrede Kürtçe sözcüklerin sesleri kulaklarından düşmüyordur.
O 18 yaşlarında artık Kürdice olan bir çevreyle birliktedir. Tamamıyla Kürtçe konuşulan ortamlarda bulunuyordur. O dönemler yaşamı yeni bir sürece doğru gitmektedir. Kürtçe konuşma ve Kürtçe yazma süreci de tamamıyla böyledir. Yıl 1998'dir.

2002 yılında Dîlber Hêma’nın “Nepeniya Bêperde (Perdesiz Gizem)” adlı şiiri Mersin’de yayımlanan Kevan Dergisi’nin 1. sayısında ve “Pinpinîkên Hişk-kirî (Kurutulmuş Kelebekler)” adlı şiiri de 3. sayısında yayınlanıyor. Aynı yılın Mart ayında “Mizgînxêrkê (Pervane Kelebeği)” adlı şiiri A. Welat gazetesinde yayınlanıyor.

Bu alanda arkasında onu besleyenler var mıydı? Başka deyişle kimlerdi çevresinde o “Kürtçe konuşan/ Kürtçe yazan / Kürtçe düşünen” kişiler, Dîlber Hêma’yı besleyenler? Yanıtına bakalım: “O zamanlar bir grubumuz vardı. Eğitim-Sen’de toplanıyorduk. Orada buluşuyorduk. Şair Rênas Jiyan, öykücü Yaqob Tilermenî vardı, etkilerinde kaldıklarım. Bu grubun tüm ilişkileri tamamıyla Kürtçe’ydi. Sohbetlerimizin konuları edebiyat, sanat ve Kürt kültürü üzerineydi. Gerçekten verimli ve güzel bir gruptu. Bazen de şair Îrfan Amîda Mardin’den Kızıltepe’ye geliyordu, onunla şiir ve edebiyat üzerine konuşuyorduk. İnsan şu an o günleri ve toplanmaları özlüyor.”

Dîlber Hêma için şiirin tarifi nedir? Onun için şiir hangi anlamlara gelmektedir?
Kısaca diyor ki; “Şiir benim için ‘renkli bir yaşam’dır. Bana göre şiir ‘yaşamın ayağı’dır. İnsanı bu ayak üzerinde durduran, şiirin ta kendisidir. Şiir yaşamın ‘endamı ve takati’dir. Hem elidir, hem ayağıdır… diyor ve ekliyor: “Şiir benim için düş ve hayalerin deşifre edilmesi ve geçmiş ve bilinçaltı kapılarının aralanmasıdır. Ve de yeni anlam arayışlarının üretimidir. Örneğin; evlerde evcilleştirilen fikirlerin çöktürülmesi; babaerkil sisteme karşı başkaldırıdır…”

Bazı zamanlar vardır ki şiir düşlerine giriyor. O, bazı şiirlerinin kaynağının düşleri olduğunu belirtiyor. Bazı zamanlar vardır ki uyanır uyanmaz kağıt ve kaleme sarılmış ve şiir yazmaya başlamış. Dîlber’in düşlerinin imgeleri (hêmaları), sonradan şiirlerinin altyapısını oluşturmuşlar.  Belirttiğine göre, yaşamından şiiri çektiğinizde, vücudundan bir organı eksilecektir. Ve de ‘eksikorgan’lı bir yaşamı olacaktır. Ona göre, insan yaratıcı ve üretici olmalıdır ve bu alanda kendini sorumlu hissediyor. Bu nedenle sorumluluğunu şiirde yaratmak için çaba harcayarak yerine getiriyor.

Kimseler vardır ki toplumda kendini ifade edip anlatamıyorlar. Bundan dolayıdır ki; şiir yazma yoluyla, kendilerini ifade etme çabasındadırlar. Dîlber Hêma için de bu böyledir.
Kendisi de birçok kereler toplum içinde söylemek istediklerini dillendiremiyor. Bu yüzden şiire başvuruyor: “Zaten şiir de ısrarın sebebi de budur. Çoğu kez insan kendisini karşısındakine kabul ettirmek için zorlanır. İnsan paylaşım konusunda sorunlar yaşar. Bu yüzden şiir yoluyla istenilen amaca ulaşılıyor. Doğrusunu söylemek gerekirse bu, kişiliğin başka bir şekilde gizlenmesidir. Bana göre var olan kişilik başka, şiirdeki kişilik başka şeylerdir… Ben şiirle kişiliğimi açığa vuruyorum. Çünkü sen tamamıyla ve olgunlaşmış bir şekilde kişiliğini kabul ettiremiyorsun. Bu yüzden gerçek kişilik, görüş ve düşüncelerime göre; şiir kişiliğidir.”  

“Şiir yazmaya başladığında nasıl bir haleti ruhiyeye bürünüyorsun? Örneğin; kendini ortamdan-yaşamdan soyutluyor musun, yoksa çevrende onlarca insan olsa da umurunda değil mi, ya da kapı ve pencerelerini tümden kapatmak mı istiyorsun?” sorusuna şu yanıtı veriyor: “Böyle bir durumda çevremde kitapların olması yetiyor. Şiir yazmaya başladığımda, gözlerim hıncahınç kitap dolu bir odayı arıyor. O odada yalnız olmam gerekir ve de sessizlik.
“Birçok kişi ‘ilham’ arıyor. Ben ‘ilham’la yazmıyorum. Bende bu tür bir imge bulunmaz. Bazen bir resim, bir şarkı/türkü yazmama sebeptir. Bana göre ilham, beyine acı çektirtmektir. Mesela ben her yerde yazamam. Başka bir deyişle söylüyeyim; nasıl ki bir çocuk doğduğunda anne acı çekiyorsa, bana göre insan şiir yarattığında aynı şekilde acı çekmelidir.
“Bir şiir yazmak istediğimde, herşeyden önce farklı şairlerden 3-4 tane şiir okurum.”

 Merak ettiğim için soruyorum: “Acaba bir şiir yazmak için onlarca kez kağıt yırttığın oluyor mu? Yanıtı merakımı gideriyor: “Bu tür anlar çok oluyor. Zaten insanın kağıtları yırtması gerekiyor. Bir sayfa yazman için birçok yaprak yırtman gerekiyor. Çoğu kez yazılan şeyler hazmedilecek gibi değilse ve kendin beğenmiyorsan, elbette ki yırtman ve atman gerekiyor. Çünkü onlar ‘karayazım’ın ta kendisidir. Ben mutlakiyetçi değilim ve onlarca kez kağıt yırtmıyorum/atmıyorum. Ancak gönlüme göre bir yazım olması için  gerekirse kağıtların “katili’ olurum. Buradaki kastım doğamızın bir parçası olan ağaçlardan oluşan kağıtlar değil tabii ki; imgesel olarak…”

İster Kürt ister yabancı olsun şiir alanında Dilber Hêma’nın “gönlünde yer edinenler” kimlerdir?
Gönlünde yer edinenler; Rimbaud, Baudelaire, Mayakovski, Anna Ahmatova, Lina Salamandre, Sylvia Plath, Edip Cansever, Cemal Süreya, Ece Ayhan, Küçük İskender, Murathan Mungan, Enis Batur, Füruğ. Kürtçe şiirde de; Cegerxwîn, Ehmed Huseynî, Arjen Arî, Feqiyê Teyran… Yeni nesilden; Rênas Jiyan ve kitabı “Janya”, Îrfan Amîda ve kitabı “Şopa Neşûştî (Yıkanmamış İz)”, Kejal Ehmed.

Yeni ya da modern Kürtçe şiiri üzerine görüş ve düşüncelerini öğrenmek istediğimde, şöyle diyor: “Modern şiir ilkin özgürce bir kurgulamaya gereksinim duyar. Modern şiirde, kurgulanmış bir anlambilim, dilbilim ve şiirbilim sözkonusudur. Parçalanmış insanın bir içanlatımıdır. Yeni bir varoluşun imgelerinin arayışıdır. Bu yönleriyle klasik şiirden ayrılır. Çünkü klasik şiirde konulan sınırlar bilinçi bir şekilde parçalanır. İşte bu yönüyle Kürtçe şiirin dünya şiirinden ayrıldığı bir nokta var. Bazı şairler hariç, yönü modern şiire bakan Kürtçe şiiri, sırtını sağlam bir şekilde eski şiire dayamış. Umutvarım ki yazılacak/yazılan şiirler kolaylıkla dünya şiir arenasına katılacaktır.”

Salih Kevirbirî, Taraf gazetesi,


Müşteri hizmetleri | Alışveriş koşulları | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Avesta Kitabevi, Ekinciler Caddesi, Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel-Fax: (0412) 223 58 99
Hüseyin Ağa Mahallesi, Sakızağacı Cad. Öğüt Sokak No:7
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: info@avestakitap.com




Bu sitedeki tüm fotoğraf ve metinlerin kullanım hakkı saklıdır.