![]() | Fatma Savci
1974 yýlýnda Nusaybin'in Girêmîra köyünde doðdu veilkokulu burada okudu. 1992 yýlýnda tutuklandý ve 8 ayrý cezaevindekaldý. 2003 yýlýnda serbest býrakýldý. Þairin çalýþmalarý dergi vegazetelerde yayýmlandý. Kendi deyimiyle sigara kaðýtlarýna yazýlanþiirlerinden oluþan Gulên Qasid kitabýnda sonra yine Þahmaran serisinindevamýnda Xewnên Zîvîn isimli ikinci kitabý da çýktý. Di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatim dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêþtrekê me ku girêdayî Midyadê ye. Min dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di wan salan de, qedexeya ku li ser ziman hebû, ez zû mezin kirim û bi perkan xistim. Dem hatibû ku êdî dilê min xwe vebêje. Lê dilê min, tirkiya ku bi kotekî dihat fêrkirin nediheband û kurdiya qedexe hîna fêr nebûbû. Min çavên xwe digerandin, ji bo peyvên veþarî yên kurdî fêr bibim, çiyan çav li min þikandin. Min xwe li banga çiyê girt. Demek wisa germ û bêderfet bû ku ne lênusk û ne jî pênûs hebû di destê min de. Bi alîkariya hevaleke ku qet dibistana tirkî nexwendibû û ew jî bi çiya ketibû, li ser berfê ew tîpên nepenî nîþanê min dan. Dikarîbû bîra berfê nebe, lê min ew tîpên kurdî li hiþê xwe baþ tomar dikirin… Di sala 1992an de, bo raman û çalakiyên xwe hatim girtin. Bo ku min di dadgehê de, parastina siyasî bi zimanê xwe yê dayikê kir, min gunehê xwe girantir kir li cem desthilatdaran û panzdeh sal ceze wergirtin. Li heþt girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê geriyam. Li ber deriyên hesin û li ber siya dîwarên heþt zîndanan jiyam. Min çîrokên keç û kurên heþt girtîgehan dane hev. Di sala 2003yan de, bi dîwaneke helbestan ku min li ser pelên cixarê nivîsîbûn, ji bo bikaribim veþêrim, derketim derve. Dîwana “Gulên Qasid” ku di sala 2006an de, ji weþanxaneya Avestayê derket, ev helbestên ku li ser pelên cixareyan nivîsî bûn. Di sala 2007an de pirtuka duyem ya helbestan “Xewnên Zîvîn” jî ji heman weþanxaneyê derçû. “Bîra Birînê” pirtuka min a sêyem e. Niha di çavên xerîbiyê de nivîsê didomînim. Fatma Savci: Êþên welatekî bi xwe re digirim Pirtûka helbestan a Fatma Savci bi navê “Gulên Qasid” demek berê derket. Min xwest li ser sohbset bikim. Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê me hev dît. Got: “Ez dizanim pirsên te çi ne û jixwe bersivên min jî amade ne. Her wisa dibe..” Min got; “Pirsên min nîn in. Emê hema wisa dest pê bikin.”, Got; “Ê de baþ e” û bi vî awayî me dest bi sohbetê kir… Fermo, em bi hev re bixwînin… Tu li Mêrdînê hatî dinyayê, ketî girtîgehê. Te li girtîgehê te dest bi helbestê kir? Na. Min berî girtîgehê dest bi helbestê kir. Hevalekî min birîndar bûbû, þehîd ket, pêþî min li ser wî nivîsî. Li girtîgehê min pêdivî pê dît bi gelek rêbazan tiþtan binivîsin. Yek ji wan helbest bû lê min çîrok jî nivîsî. Car caran min rojane girt, heta demekê min girt. Heta dema ku li girtîgehê rojnivîsa min hat þewitandin. Ewlekariya me nîn bû, hevalan biryar stand, ew rojnivîs berhev kirin û qetandin, þewitandin. Mixabin dema þer bû, êrîþ gelek li ser me bûn, hevalan rojnivîska hemû hevalan berhev kirin û tune kirin. Min nedîtin çawa kirin, baþ bû min nedîtin, lê çûn hemû. Piþtî vê ez êdî ji wan qut bûm, min got rojnivîs bes e û min helbest dom kir, min pexþan jî nivîsîn. Helbestên we berhev nekirin? Na, tenê rojnivîs berhev kirin. Di nav hin rojnivîsan de helbest jî hebûn ew jî çûn. Di helbestên te de zêde mirin heye. Gelo em vê çawa þirove bikin? Mirinê gelek ez êþandime. Ji ber ku dostên min, hevalên min, ên ku min ji wan hez dikir ew ji min cuda bûn, hinceta cudabûnê mirin bû. Lewma ez ji mirinê gelek êþiya me. Sedem ev e. Ne tiþtekî din... Bêþik negihîþtin, cudabûn jî heye di helbestan de. Di helbestekê de tu dibêjî: "Ji temenê pirpirikekê kintir bûye evîn" Bi rastî tu wisa difikirî? Tiþtên di vê dawiyê de têne jiyan pirsgirêkên hemû çaxî ne. Ez naxwazim li ser evînê mezin biaxivim, ji ber ku her kes gotinên mezin dike li ser evînê, wekî wateyên mezin wateyê didin. Lê rastiya jiyanê ne wisa ye. Ez bi xwe ji evînên serdema navîn bawer im. Dibe ku ji ber ku min ew xwendine, dibe ku di dema þerê giran de evînên ku negihîþtine hev min dîtine, min ew bi xwe re mezin kirine. Ji bo vê yekê evînên dema niha, ji min re gelekî ji ser de, basît dixuyin û helbet emir (temen) kin in. Di wateya evînên niha de kûrbûn tune. Dema ez li der û dora xwe dinêrim, ew jiyana ku min nas kir, wisa ye. Ev sê sal in ez derketime, ez çavdêriya xwe ya heyatê dinivîsim. Çavdêriya min a bingehîn ev e ku evînên niha temenkurt in. Jiyana mirov, hestên mirov, buhaya wan kêm bûye, yan jî nemaye. Dibe ku hin cuda bin, evînên mezin bijîn, lê ez rast nehatim. Çavdêriya min ev e. Ez nabêjim îdîaya min a mezin ev e, dinya wisa ye, tiþtê min dîtiye ev e. Ez jiyanê dibêjim di guhê lênûska xwe de. Ez xeyalên xwe yên þikestî, tiþtên ku min nedîtin dibêjim. Ev ne teoriyeke, tenê dîtinek e. Tu dibêjî 'Ez ji evînên serdema navîn bawer im.' Ma mimkûn e mirov evînên serdema navîn di serdema teknolojiyê de bijî? Tu di warê teorîk de bibêjî dê gelek bê giftûgokirin, dê gelek fikrên cihê bêne gotin. Lê ez li tiþtekî wisa digerim. Dibe ku karibim bikim, dibe ku nikarim bikim. Ez li tiþtekî wisa digerim, li derveyî vê jiyan giran e. Wateya evînê, her wiha ya jiyanê tune ye. Tenê ez lê nagerim, ez dixwazim di nav jiyanê de hebe, lê dibe ku tiþt ji dest civakê revîbin, êdî nikaribin bigihîjin. Di vê serdemê de mixabin bi buhayekî jiyan jî tê kirîn, dil jî tê kirîn. Ez di zanebûna vê dijwariya mezin de me. Di helbestê de gotinên herêmî tu bikar tînî... Belê. Li gor te gotin û zimanê herêmî di helbestê de divê heta ku bê bikaranîn? Helbestvanek ji çi bandor bibe, dê binivîse. Ji çi bandor dibe, çi hîs dike, çi wê/î dike nav tevgerê ku dikare binivîse. Yê min gelek bîranînên min in, peyvên herêmî ne ku carinan min dehf didin, dikin ku ez helbestekê binivîsim. Gotineke herêmî, hêmayeke ku di serê min de... Ji ber ku ev ji zarokatiya min, ji paþeroja min tê, ji çanda ku min jiyaye tê. Û ew gotin min dixin tevgerê. Hêzeke jiyana ku min jiyaye di vê helbestê de heye. Helbet helbestvan kesek gerdûnî ye, divê ku xîtabî giþtiyan bike, ji ber ku ew hest û jiyana mirovatiyê temsîl dike. Loma gere zimanê xwe hin bi hin dewlemend bike. Ez nabêjim bila helbestvan xwe di zimanê herêmî de bixeniqîne. Gere dewlemend bike û hin bi hin ber bi zimaneke giþtî, ku tu dixwazî bibêje zimanê standard, dixwazî bêje zimanê neteweyî, tu dixwazî bibêje yê cîhanî, gere wisa biçe. Xwezî min bikariba bi hemû zimanên alemê binivîsanda, wê gelek tiþtekî pîroz ba lê mixabin ez di herêmekê de jiya me û jiyan, bîranîn û hestên min li wê herêmê hatine pijandin. Ew min dixin tevgerê û ez ji vê jî gelek bextewar im. Gere mirov wê jî biparêze û bixe nav kaniya mezin. Di nav jiyana xwe ya helbestvaniyê de te qet çav avêt nav helbestên klasîk, te ji wan sûde wergirt? Belê, li girtîgehê, min her ber bi êvarê pirtûka Ehmedê Xanî ji xwe û hin hevalên xwe yên ku jê hez dikin re dixwend û min jê hez dikir. Wê, gelek hestên min zindî dikirin. Min Melayê Cizîrî jî Ehmedê Xanî jî gelek xwend. Helbet îmkanên me yên ku em hilbijêrin nîn bûn, tiþtê li ber destên me bûn, me li wan dinêrî. Çavkaniya me kêm bû, teng bû, lê ez dikarim bibêjim her ber êvar Mem û Zîn min dixwend, ez tiyê wê bûm, li ber voltayan min dixwend. Hin hevalên ku jê hez dikirin hebûn, min ji wan re jî dixwend. Wan jî dixwest wan hestan bi min re par bikin. Ez jê aciz nebûm. Jixwe Cegerxwîn ez behsa wî nakim, pirtûkê ber serê me bû. Te piþta xwe da helbestên klasîk, tu dixwazî piþta xwe bidê... Ez minaqeþeya helbestê, edebiyatê naxwazim bikevim nav, lê ew paþeroja me ne, emrê civakî ne, ez çawa bêjim, em ji wê kaniyê tên, divê em wekî zincîrekê ji wê kaniyê, wekî avekê ji wê kaniyê biherikin, lê dibe ku awa û tarz cuda be. Dibe ku her kes awayê xwe biafirîne, bi þêwazê xwe helbesteke nû biafirîne, lê belê ev teqez bingehê me be, em ji wan sûde wergirin, em bi wan bizanibin ji ber ku em li ser wan emrê xwe dirêj dikin. Em ser wê giyana xwe kûr dikin. Eger ez rastiya jiyana civakî ya kurd nizanim, ezê nebim helbestvaneke kurd, ezê bibim tiþtekî din. Ger ez bi helbesta klasîk nizanibim, ezê nikaribim bibim helbestvaneke kurdewarî. Ez bi xwe jî di vê de xwe kêm dibînim. Pêdiviya min bi bingeheke kûrtir heye. Li girtîgehê îmkan kêm bûn, ez li 8 girtîgehan geriyam, her ku diçûm çavkaniyên min jî kêm dibûn. Niha li derve ez dixwazim ser bixebitim, û gelek caran ez fedî dikim bibêjim ez kêm im di vî warî de. Gotinên pêþiyan tu dizanî? Bîra min gelek kêm e. Ez nizanim ji ber çi ye. Hinek dibêjin ji ber girtîgehê ye, lê zindan be jî ez naxwazim neheqî lê bikim ji ber ku berê jî bîra min gelek kêm bû. Dema ez çûm cem dersa Quranê gerek min ji ber bikira, lê min nikarî ji ber bikim, ez herf bi herf hîn bûm. Gelek tiþt ne di bîra min de ne. Helbestê min jî ne di bîra min de ne, mixabin. Ma ji bo helbestvanekî/e gotinên pêþiyan ne girîng in? Helbet, jixwe ji bo vê yekê ez xwe kêm dibînim. Mixabin ez di vî warî de xwe kêm dibînim. Ne tenê gotinên pêþiyan, biwêj in, henek in, beyt in, payizok in. Ev hemû çavkaniyên civaka me ne. Gerek ez van çavkaniyan di hiþê xwe de hilgirim. Bes mixabin ez gelek xirab im di vî warî de. Helbest nazik e, jin jî nazik e. Rast e? (Gelek disekine, difirike, paþê bersivê dide) Hin mêr hene, ew jî nazik in. Mirov bi xwe tiþtekî nazik e. Rast e, mêr bêhtir ji hestan dûr bûye ev rastiya civakî ye. Hin helbestvanên kurdan, ên cîhanê hene ji jinan naziktir in, tiþtên kitekit dibînin. Lê rastiyeke heye mêr ji hestan dûr ketine, her kes vê rastiyê dipejirîne û ez jî dipejirînim. Ji ber ku ez li girtîgehê bûm, em jin, me hesteke kolektîf jiya. Tê bîra min demekê di girtîgehê de me her tiþt bi hev re dikir. Hevalên ku xwendin û nivîsandin nizanibû me hînê wan dikir, hestên me yek bûn. Me jî zindan jiya, hevalên xort jî dijiya. Lê ez dizanim ku me bêhtir kûr dijî. Mesela ew e ku em dema jiyanê dijîn, êþê dikiþînin jin bêhtir kûr dijîn, dikiþînin. Yan jî ez bêjim, jin dikare þerm neke û bêje hestên xwe. Bes mêr hem di nava xwe de înkarekê dijîn, hem jî di îfadekirinê de. Ez bêjim, jin bêhtirî nêzî êþan e. Wê çaxê ez wisa bipirsim: Her jin dikare helbestê binivîse? Helbet na, min nexwest vê bibêjim. Lê her jin mesela digirî, ji zarokên xwe re lorîkan dibêje. Her jin carinan wekî krîzekê dixwaze biaxive. Ev jî hewldaneke ku hestê xwe tîne ziman. Lê mêr her car nagirî, her car naxwaze biaxive. Her car nikare ji zarokê xwe re lorikekê bibêje. Wisa. Ê min jî ez helbestê dinivîsim, ew hevalên min ên qowiþê hinekan stran digotin, hinekan gelek xeber dida, hinek ji wan digiriyan, hinekan sixêf dikirin. Ev e. Dibe ji ber ku ez nagirîm dinivîsim. Belkî sixêfên min ev e, xwe îfadekirina min a jiyanê ev e. Ev jî awayek e. Tu hindik diaxivî... Ez gelek caran hindik diaxivim, hin caran pir diaxivim. Tu helbest ji bo anîna ziman a êþên xwe bikar tînî. Wê çaxê, dema êþên te xelas bibin, dê helbestên te jî xelas bibin? Ez nizanim, rojekê ez bextewar bibim belkî helbest xelas bibe. Lê xwezîka ez bextewar bibama û xwezîka helbest xelas biba. Ji ber ku ez dizanim bextewariya min ne bi kesayetiya min ve girêdayî ye. Ez îro çi li dinyayê bixwazim bigihêm ez bextewar nabim. Kesek nikare êþên min bikuje. Çimkî êþên min ne tenê ê min in. Ji ber ku ez welatekê bi xwe re digerînim, ez êþên welatekî bi xwe re digirim. Êþên ew qas hezkiriyên min ên ku çûn hildigirim. Û yên ku niha ji jiyanê mehrûm in, êþên wan hildigirim. Ez bextewariya kesî nabînim, ji ber ku ez ne kesek wîsa me, ku bikarim bi bextewariyên biçûk bijim. Lê xwezî ez bextewar bibama ku dê welatek bi min re bextewar biba, dinyayek bextewar biba, ez vê hêvî dikim. Gelo tu zêde difirî? Belê, carinan ez difirim, carinan ji dinyayê gelek tiþtan dixwazim, carinan na, ez xwe dikujim. Cemil Oðuz, www.diyarname.com, 16.07.2006 Fatma Savci: Ez bi zimanê ku bi kotekî fêrî min kirine re haþt nebûme ... Kîjan sedeman tu ber bi helbestê ve birî? Helbest ji bo min girî, qêrîn, axaftin, bez, sxêf û vegotina rih û dile. Helbest bo min, gulistanek e ku dikarim rûbar û kaniyan, xecîcok ûpirpirîkan, hemî nofên çivîkan, þêweyên evînan li xwe û wê gulistanêbicivînim. Guhdarvaneke baþ e ku dikarim hemî hêrs, kîn, sir û janênxwe di guhên wê de bipispisînim. Dosteke dilsoz e ku dikarim serê xwedaynim ser sînga wê û bi wî giriyê xwe yê ku kesekî nebihîstiye wêbiwestînim. Ew hevaleke bê fen û hesabe, her wextî bo min amade ye kuxeyalên xwe pê re par bikim, mirinên xwe jê re vebêjim. Ez jinek im,endama neteweyeke bindest im û miroveke di þer de mezin bûme. Ev rastîdihêle ku ez tije bibim, bi hêst û ramanan, bi xem û hizran. Pêdiviyavegotinek kûr û tîr bi min re çêdibe. Û helbest rêbazek baþ e, bersivekgiring e bo vê yekê. Helbest dihêle bêy ku mirov bilewite, qirêj bibexwe vebêje, navgîneke baþ e bo dilpakî û fezîleta mirovahinê. Ji helbesta xwe ya pêþî û þûn de bi dewamî te bi kûrdî nivîsand? Min car caran bi tirkî jî helbest nivîsîn, lê niha yek ji wan li cemmin tune ye. Min qetandin avêtin. Lewre ez û zimanê tirkî ne li hev in.Di zarokatiya min de bi kotekî fêrî min dikirin, ji bo fêrbûna peyvêntirkî min lêdan xwariye. Ji bo ku ez bi wan peyvan neaxivîme, pereyênmin ku serê çend rojan diya min bo çerez û þekir dida min, mamosteyanji min distandin. Min hîna di kuraniya dilê xwe de, ew “xwediyên zimanêtirkî” efû nekirine û ez bi wî zimanî re haþ nebûme ku bi kotekî fêrîmin kirine. Tevî ku car caran min bi wî zimanî helbest û pexþan nivîsînjî , ew nebû zimanê dil û giyana min. Dizanim wan xwediyên nezan ûzalim neheqî ne li me tenê, li zimanê tirkî jî kirin û hêvîdar im dîrokû vîcdanê gelê tirk jî wan nebexþîne. Zimanê kurdî di bin zextê de ye. Vê yekê bandorek çawa li ser helbest û we dike? Zimanê kurdî ne zimanê perwerdê ye û tu carî derfet çênebû ku em bizanistî û bi sîstem fêrî zimanê xwe bibin. Min bi serê xwe hewl da kufêrî gramera zimanê kurdî bibim. Piþtî fêr bûm, min hewl da hevalên xwefêr bikim, bi vê mebestê min her komên biçûk ava kirin û ders danderdora xwe. Di girtîgehê de, demeke dirêj min tirkî li xwe qedexe kir,da ku kurdiya xwe pêþ bixim û bikarim baþ bixwînim û binivîsînim. Tû jî helbestvaneke jin ya kurd î. Tu di derbarê wêjeya jina kurd de çi difikirî? Astengiya li pêþiya wêjeya jina kurd gelek in. Hem ji hêla pergaladesthilatdar ve, hem ji hêla civakê ve astengî pir in. Lê astengiyaherî mezin li gor raya min, bikarneanîna zimanê kurdî ye. Eger zimanêkurdî nebe zimanê rojane yê civakî, sîyasî, çand û hûnerî wê nebê yêwêjeyê. Wê kes pê nenivîse û nexwîne jî. Mixabin li bakur ev kêmasîheya tu bêjî bes heye. Bi taybet jin êdî ziman wek mîratekê dewrîzarokên xwe nakin. Êdî wan bi kurdî mezin nakin. Zimanek bi axaftinazarokan li ser piya ye û zimanê pêþerojê ye, lê eger zarok nizanibin,ne axivin ne mumkun e ew zimên bijî û ji mirinê rizgar bibe. Piþtîpêncî salên din wê çiqas zarokên me bi kurdî biaxivin, wê ev nifþ çiqaswek alekê ziman ber bi sibê ve hilgirin ne diyar e. Û eger em qalapêþketina wêjeyê bikin, divê em pêþî qala hebûna zimên bikin. Ku zimênnebe wê çawa wêje hebe? Ku bingeh nebe wê çawa qesreke bê bingeh avabibe? Em dikarin di derheqa projeya Þahmaran de agahiyê bigrin? Projeya Þahmaran ku weþanxaneya Avesta ji bo çapkirina berhemên jinançêkiriye, bi vê wateyê projeyeke gelekî serkeftî ye. Lewre ji her beþênwelêt berhemên jinan, bi taybet helbest berhev kirin û çap kirin. Bi vêprojeyê sînor nehatin nasîn, Bi vê xebatê, wêjeya jinê ya her çarperçeyan di yek kaniyê de kom bû. Li gor baweriya min, ev ê bibemîrateke baþ ji bo jinên wêjevan yên pêþerojê. Wê bibe çavkaniyeke baþku nifþên dahatuyê bikarin jê vexwin. Þahmaran bû hênceta ku hest,raman, êþ û þadiyên jinên her çar beþên welat di yek rubarî debiherikin. Bû neynikek ku civak bikare di vê neynikê re rastiya hebûnajinê bibîne û di ber çav re derbas bike. Bikaribe nas bike, binirxîne,rexne bike û bijî. Ya giring, ne tenê nivîsîna jinan a helbestê ûzimanê dayika xwe ye. Ya giring ew e ku ev berhemên ku jinanafirandine, xwediyê felsefeyek pêþverû û hemdem, xwediyê kurahiyekeraman û hêmayan e, xwediyê serhildêriyek hember astengî û pêþverûtiyacivak û pergala dagirkeran e jî. Helbet þirovekirina van berheman,rexneya wan karê rexnegiran e û hêvîdar im ku ev berhem nesîbê xwe jirexneya rexnegiran bigrin. Zimanê kurdî û wêje ya kurdî di çi rewþê de ye? Ji bo hebûn û pêþdebirina zimanê kurdî û wêjeya kurdî xwedîlêderketinaciwanan gelekî ferz û giring e. Li gor ramana min, niha zimanê kurdîala qada cenga giran e ku ciwan vê alê hilgirin û ber bi serkeftin ûserfiraziyan ve bilind bikin. Divê ku bixwîne, binivîsîne û projeyan boziman û wêjeyê çêbike, doza ziman di warê fermî de bike. Bi kurtayîdivê ciwan nobedarê zimanê kurdî û parastvanên wî bin. Çiðdem Üstündað, www.bydigi., 10.04.2007 |