E-posta : Şifre : Yeni üye | Şifre hatırlatma
avesta yayınevi
Arama :
upArrow
sepetSepetiniz

Xewn û Xeyal

Ürün kodu : 12149


 


Xewn û Xeyal


Jorge Luis Borges


Wergera ji spanî: Ciwanmerd Kulek


ISBN: 978-605-9082-97-6


13x19.5, 168 rûpel 

Jorge Luis Borges yek ji mezintirîn nivîskarên sedsala bîstan e. Kêm nivîskaran bi qandî wî bandor li edebiyata piştî xwe kir. Borges, her wiha, yek ji mezintirîn xwendevanên vê sedsala bihurî bû. Eşqa wî ya xwendinê û kitêban eger ji a nivîsandinê ne pirtir bû ne kêmtir bû. Azmûna wî ya dûdirêj a xwendinê, bê mibalexe, edebiyata berî xwe jî afirand, bi şiroveyeke xweser gelek nivîskar û metnên di qorziyan de derxistin, û bi tevn û rohniyeke nû vejandin. Wî gerdûn wek kitêbxaneyekê disêwirand, û di çîrok û meselên xwe de li pey avakirina gerdûn û cîhanên cihêreng bû. Bêguman berhemên wî yên mişt xeyal û afirînerî dê ji dinyayê ne temenkurttir bin.  Me 14 çîrokên bijare ji berhema wî ya navdar Ficcionesê wergerandin û çîroka wî ya girîng  Aleph jî tevlê kir û guldesteyek ji afirandina vî hostayê mezin bo xwendevanên kurdî amade kir.

Vê wergera ku bi têbîniyên raveker û ferhengoke fireh hatiye zengînkirin, divê di kitêbxaneya her xwendevanî de hebe.



Müşteri hizmetleri | Alışveriş koşulları | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Şehit Muhtar Mahallesi, Sakızağacı Cad. Öğüt Sokak No:7
Beyoğlu / İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com



Bu sitedeki tüm fotoğraf ve metinlerin kullanım hakkı saklıdır.