E-posta adresi: Þifre :
avesta yayýnevi

sepetSepetiniz | Satýnalýn
Kitêba nivîskarê amerîkî bû sedema dozê
ALAN RIDING / Washington Post


Weþangerê kurd Abdullah Keskin baþ dizane ku li Tirkiyeyê çapkirina kitêbên ku dibêjin kurd miletekî cuda ne talûkeyek e. Ji ber ku di derbarê nasnameya kurd, ziman û kelepûra kurdan de kitêbên tarîxî û akademîk çap dike, li sala 1999an de 5 caran û di 2001ê de jî du caran li hemberî lêpirsînan hat.

Digel tecrûbeyên wî yên salên bihurî, wexta ku di çileya derbasbûyî de kitêba bi navê “Bunca Bilgiden Sonra Ne Baðýþlamasý: Kürdistan Ýzlenimlerim” a Jonathan Randal weþand, Keskin bawer nedikir ku tu pirsgirêk derkevin. Nivîskarê kitêbê Jonathan Randal ji bo demeke dirêj di rojnameya Washington Postê de di beþa Rojhilata Navîn de kar kiriye û niha li Parîsê dimîne.

Di seredanekê xwe ya Parîsê de, Keskin gotibû “Kitêba Randal taybetî li ser Tirkiyeyê nîne, di derbarê saziyên kurdan de jî gelekî rexneyan dike, ne tenê behsa destûrmendên tirk dike”. Heta, di pêþgotina çapa tirkî de, dibêje ‘hêviyên kurdan herî zêde li Tirkiyeyê ne.’”

Lê piþtî çapbûnê, kitêba Randal li Tirkiyeyê hate qedexekirin û bi îdîaya ku parçekeriyê dike ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Stenbolê ve di derbarê Keskin de doz hate vekirin. Heke îdîa bê qebulkirin, dê 3 sal an jî 2.500 dolar cezaya pereyî bidin wî.

Îtham zêdetir ji bo beþên ku di nav de peyvên wekî “Türkiye Kürdistaný - Kurdistana Tirkiyeyê” derbas dibin hatiye kirin. Wiha tê gotin di îthamê de: “Wexta ku bi seranserî bê nirxandin, kitêb doza miletekî cuda dike ji bo kurdan û di nav sînorên komara Tirkiyeyê de fikra Kurdistanê belav dike, her wiha bi behskirina hinek herêm û cihên di nav sînorên Tirkiyeyê de û bi nîþandana nexþeya Kurdistanê, banga parçekariyê dike.”

Di salên bihûrî de, weþanger û nivîskar bi îdîaya cudaxwaziyê gelek caran dihatin hepiskirin li Tirkiyeyê. Gelek weþangerên tirk bi çapkirina kitêbên ku bi eþkereyî alikarî didin têkoþîna kurd hatine darizandin. Komên mafên mirovan ên ku dibêjin berî ku mafê xeberdanê neyê garantîkirin, divê Tirkiye neyê qebulkirin ji bo Yekîtiya Ewrupayê van dozan wekî delîl nîþan didin.

Ne tenê ji ber ku nivîskarê kitêbê yekî amerîkî ye, lê her weha ji ber ku Weþanxaneya Avestayê ji bo xebatên xwe yên muhîm bi nav û deng e, doza li hemberî Keskin hatiye vekirin li derveyî Tirkiyeyê jî bû sebebê elaqeyeke taybet.

Weþanxane, piþtî ku di 1996an de hate avakirin, heta niha ji 130 kitêban zêdetir berhem çap kirine ku ji 50î zêdetirê wan berheman bi kurdî ne. Di nav van de, kitêbên ji edebiyata kurdî ya li Irak û Îranê û her weha wergerên klasîkên cîhanê jî cih digirin.

“Hinek weþanxane gelekî di bin tesîra siyasetê de bûn, hinekan jî tenê ji bo pere kitêbên kurdî çap dikirin” dibêje Keskin wexta ku biryara vekirina Avestayê dane. “Min hewl da ku ez Avestayê li cihekî di navbera van herdu kampan de bigirim. Her weha ji bo edebiyata kurdî kêm cih hebû. Lê em ne weþanxaneyeke siyasî ne. Tu pêwendiyên me bi rêxistênekê kurdan re nînin.”

Piþtî ku nivîskarê kitêbê Randal doz bihîst, di meha Nîsanê de hate Stebolê û serî li destûrmendan da ku ji bo Keskin þahidiyê bike. Ev teklîfa Randal nehate qebulkirin. Çend meh berî, Dadgeha Sûcên Cengî ya Neteweyên Yekgirtî gazî Randal kiribû ku di doza parlementekî sirp ku ji bo îþkenceyê dihate dadkirin de þahidî bike, lê wî qebul nekiribû.

Lê dadgehê, dosyeya þîrketa hîquqê ya Covington&Burlingê ku di doza Randal û rojnameya amerîkî Washington Postê ya di Dadgeha Sucên Cengî de þêwirmendî kiribû, wekî belge qebul kirin. Wekî din, dosye ji aliyê Komîteya Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, Komîteya Parastina Rojnamevanan, Saziya Rojnamevaniya Serbixwe û Komiteya Rojnamevanan ji bo Azadiya Çapemeniyê hatiye îmze kirin.

Dosye dibêje “Doza hiqûmeta Tirkiyeyê vekirî deqa 10emîn a Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupayê bi eþkerayî îhlal dike û lewma jî qanûnî nîne” û balê dikêþîne ser ku Tirkiyeyê jî ev peyman îmze kiriye. Her weha, ev jî tê gotin: “Kitêb, ji aliyê rojnamevanekî hatiye nivîsandin, mijara kitêbê mijareke polîtîk a ku xweyî nirxa nûçeyî ye û tenê ji bo sedemên tîcarî û perwerdehî hatiye nivîsandin.”

Di dewama dosyeyê de wisa tê gotin: “Beriya niha jî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê gelek caran biryar da ku li rojhilatê Tirkiyeyê, li ser pirsgirêka kurd agahîdan û terîfkirin rîskekî wisa mezin dernaxe ku mafên weþangeran û azadiya xelkê ya derbirînê bên sînorkirin.”

Piþtî ku mehkema ji bo 31ê meha temûzê hate texîrkirin, Keskin got encama dozê qet diyar nîne. “Bi temamî girêdayî konjektûra polîtîk a wê roje ye” dibêje. “Dibe ku eynî kitêb sê meh berî an jî sêh me paþî encamên ji hev cuda derêxe. Ji ber ku nivîskar mesûl nayê girtin, gelek mimkûn nîne ku weþanger bê mehkumkirin. Tu îþê min bi provokasyonan tune. Yek armanca min heye ev jî amadekirina zemîna niqaþeke pirrengî di navbera gelê kurd û tirk de ye.”

Alan Riding, The New York Times&International Herald Tribune, 21ê Tîrmeha 2002

SÝCÝL sayfasýna dön >>
Müþteri hizmetleri | Alýþveriþ koþullarý | Gizlilik ilkeleri | Üye olun
Avesta Kitabevi, Ekinciler Caddesi, Nurlan Apt. Giriþ Katý No: 2
Ofis / Diyarbakýr
Tel-Fax: (0412) 223 58 99
Þehit Muhtar Mahallesi, Sakýzaðacý Cad. Öðüt Sokak No:7
Beyoðlu / Ýstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 44 80 / (0212) 243 89 75

e-posta: avestayayinlari@yahoo.com




Bu sitedeki tüm fotoðraf ve metinlerin kullaným hakký saklýdýr.